
Nivîskarê Kurd Mehmet Saît Uçlu ku demek dirêj ji doza PKK'ê girtî ma, pirtûka li ser dîrok û çîroka warê dîrokî û şaristaniyê Xerawreşkê (Gobeklitepe) bi alîkariya Şaredariya Wêranşarê ji weşana Westa çap kir. Uçlu pirtuka dîroka Xerawreşkê ku wekî nasname û dîroka şaristanê bi nav dike ji 300 rûpelî pêk tê û 48 wêneyan pêk tê.
Uçlu, di pirtûkê de diyar dike ku Perestgeha Xerawreşkê di dîroka mirovahiyê de warê ewil ê mirovahiyê ye. Uçlu, diyar dike ku ger rastiya diroka Perestgeha Xerawreşkê zelal bibe dê dîroka şaristaniyê jî ronî bibe. Uçlu, di pirtûkê de destnîşan dike ku ev warekî dîrokî, hişmeniyek pêşketî ye û wiha dibêje: "Di dîrokê de cihe herî xwerî, cewherî, wekhev, demokratîk, azadiparêz e. Bingeha aqil, ked, hest û raman, fesala jiyanê ye. Li gori dane û berhemên hatine dîtin bingeh û koka hemû hucreyên ewil in. Ev dane bingeh û qalibên raman, bawerî, huner û evrîmê serobin dike.
Midûrê Karên Civakî yê Şaredariya Wêranşarê Şeyhmus Çakırtaş, anî ziman ku der barê dîroka Mezopotamyayê de agahiyên rast tune û bi vê pirtûkê dê dîroka mezopotamyayê bêtir ronî bibe. Çakirtaş, da zanîn ku ji bo bêtir dîrok û koka Mezopotamyayê ronî bikin dê xebat û lêkolînên xwe berdewam bikin.
DÎHA/RIHA