Geyik ku li Wanê dijî, bi boneya tarîfeya xwarinên gelêrî yên Kurdan ên ku winda dibin nebir bike lêkolîn kir û piştî tarîfeyên wan nivîsandin kir pirtûk. Geyîk ku li Navenda Perwerdehiya Çankaya ya Enqereyê, Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê û gelek cihên din kursa xwarinê dît, di heman demê de li Mutbexên Îtalyan û Meksikayê de jî kar kir. Geyik, piştî demek dirêj perwerdehiya xwarinê dît, 2 salan li ser xwarina Kurdan lêkolîn kir û pirtûka ku ji tarîfeya 105 xwarinên Kurdewarî yên berê pêk tê herhev kir û kir pirtûk.
Geyîk ku tenê ye û dayika xwe re dijî 15 salin kar û barê metbexê dike û hemû xwarinên Kurdan yên nû û yên berê ku winda dibin kir pirtûk.
'Min navê xwarinan kir pirtûk'
Geyîk, anî ziman ku ji ber di malbatê de bi tena serê xwe ye ji bo wî ev yek ajantaj e û piraniya dema xwe di mitbexan de derbas kir. Geyik, anî ziman ku dema xwest di qada xwarinê de bibe profesyonel gelek pertek girtin. Geyîk, anî ziman ku berê lîsteya navên xwarinan çêkir û hemû bajarên Kurdan geriya û piştî lêkolîn û lêgerîna 2 salan tarîfeya xwarinên Kurdan kom kir û kir pirtûk. Geyik, da zanîn ku di nava bajarê lê geriya de herî zêde mutbexên herêma Colemêrgê xwedi dewlemendiya xwarinê ye wiha got:
"Min hemû tarifeyên xwarinê yek bi yek lêkolîn kir, wêneyên wan kişand û li studyoyan kirin belge. Geyik, anî ziman ku çand û kevneşopiya mutbexa Kurdan pir dewlemend e û bi vî halê xwe dikare bi mutbexên Meksika û Îtalyan re têkeve pêşbirgê. Gelîk, anî ziman ku li herêmê ermenî, ecem û civakên din jî djîn û mirov nikare bêje ev xwarin tenê aydî Kurdan e.
WAN