Weşanxaneya Zanîngeh ku bi taybet di warê zanyarî de, ji sala 2010’an vir ve xebatan dike pirtûkeke zanyarî bi navê “Zanista Tenduristîya Gel” li ser înternetê weşand. Nivîskarê pirtûkê Dr Abdil Wahab Haci yê Basiqlî, di pêşgotina pirtûkê de, bi şanazî behsa ked û xebata ji bo amadekirina vê pirtûkê ku bi zimanê Kurdî ye dike û dibêje, ‘Wek bijîşkekî Kurd ji ber ku tenduristî karê min e, vê yekê hişt ku li ser babeta tenduristîyê bi zimanê Kurdî bisekinim û bigihim sê armancan.’


Armanca pirtûkê

Dr. Abdil Wahab armanca pirtûkê wiha radigihîne:” Yekemîn armanca pirtûkê avakirina bingehekê ji gotinên bijîşkî di zimanê Kurdî de, ku karibe bibe lê vegerînek ji nifşê bijîşkên nûhatî re.

Ya duyemîn sûd û fêdeyên hemî babetên ku min nivîsîne ji bo xwe parastin û dermankirina nexweşîyên pir belav di nav gel de.

Ya sêyemîn jî zimanê Kurdî wek zimanekî kevnar dikare bibe bersiv ji hemû pêşveçunên zanistî re.” 


 STENBOL