Pirtûkxaneya şehîd Reşîd Serdar a li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li benda alîkariyê ye.
Pitûkxaneya Şehîd Reşîd Serdar di dawiya 2014’an de, di bin şertên zor û zehmet de li wargeha Mexmûrê hat avakirin. Ev pirtûkxane bi alîkariya dost, gelên her çar parçeyên Kurdistanê, xelkê ji Ewrûpayê, hatiye vekirin û bi taybetî li Bakûrê Kurdistanê gelek pirtûk ji bo vê pirtûkxaneyê hatine komkirin. Berdevkê Yekîtiya Xwendevanên Azad (YXA) Îsmaîl Uçar jî li ser meseleyê axivî.
Pêşwîstiya zarokan bi pirtûkan heye
Îsmaîl Uçar da zanîn ku pirtûkxane bi derfetên pirr kêm hatiye avakirin û got, “Em weke Yekîtiya Xwendevanên Azad, me xwest pirtûkxaneyek bi navê Şehîd Reşîd Serdar di wargehê de ava bikin û di heman demê de pêwîstiya ciwan û zarokên wargehê jî pê hebû. Di wargehê de hêjmarek zêde xwendevan hene û pêwîstiya wan bi lêkolînê û xwendina pirtûkan heye. Herî zêde zarokên ku nû diçin dibistanê ji ber ku pitûkên ku ew jê sûdê bigrin di destê me de nînin, ji ber wê, ew jî ji xwendin û lêkolîna pirtûkan bêpar dimînin. Pirtûkên din jî pirr kêm in û xwendevanên me pirtûkên ku ji wan re pêwîst in, em nikarin bidin wan ji ber wê pirr kêm in.”
Uçar di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelê Kurd û dostên wan kir ku ji bo zarokên wargehê pirtûk werin şandin.
ROJNEWS / MEXMÛR