ARGEŞ KEHNÎHEJÎRÎ
Ronni Abergel sala 2000´î li Danîmarkayê bi navê Human Library projeyek da destpêkirin ku armanca wê teşwîqkirina muhabeta di navbera civakên marjînalkirî de û bipêşxistina veguherîna civakî ye. Proje armanca xwe bi wê yekê pêk tîne ku mirovên xwedî tecrûbe, wekî pirtûkekê dinirxîne, bi serpêhatiyeke fêrker jî dike ku mirov wan ji bo xwe bi deyn bibe. Human Library ango Pirtûkxaneya mirovî di nava 17 salan de bi sedan mirov di çalakiyên bi rengê pirtûkxaneya servekirî anîn cem hev.
Ronni Abergel ê ku proje dayî destpêkirin û hîna projeyê bi rê ve dibe, ji rojnameya me re peyivî. Abergel ê bavê du zarokan dide zanîn ku li 85 welatan projeya wan çalak e û ew bi rêxistinên li van welatan re bi awayekî kolektîf kar dikin.
Abergel ê 44 salî ji bilî welatên bipêşketî yên ku weke paşvemayî tên binavkirin jî dixwazin projeyê belav bikin, weke mînak jî welatên mîna Peru, Bangladeş û Somaliyê bi nav dike ku dixwazin di demeke nêz de xwe bigihînin van welatan.
Herçî meydana xeyalî ya înternetê ye, proje dixwaze civakeke global bi rêxisti bike. Di projeyê de pirrengîbûn wekî çavkaniyekê ji mirovan tê nirxandin, û mirovên ji vê pirrengîbûn û toleransê bawer dikin jî dikarin li vir bên cem hev.
Li dijî sansûrê li ber xwe dide
Bi rengekî ji rengan armanc ew e ku bi rêya diyalogê pêşhukim bên bêtesîrkirin. Ji ber wê jî rastî nerazîbûnên muhafezekar ên desthilatdariyan jî tê. Weke mînak rayedarên Rûsyayê hewl didin ku Human Libraryê sansûr bikin, pirtûkxaneya Lenin a li Saint Petersbourgê, ji ber ku yek ji mijaran homoseksualite bû, bi têbîniyekê rêxistinkirina çalakiyeke Human Libraryê li vî mekanî. Paşê derdikeve holê ku ne Pirtûkxaneya Leninê lê belê rêveberiya bajêr a Saint Petersbourgê dest werdaye mijarê. Ronni Abergel higê li ser mijarê gotibû, ew ê ti carî destûrê nedin ku Human Library bête sansûrkirin.
Di vê projeyê de çalakî bi wî rengî ne, beşdar ji pirtûka mirov pirsan dike, 30 deqîqeyê lê guhdarî dike, heta bixwaze bi hev re digerin û bi vî rengî ji tecrûbeyên pirtûkê sûdê werdigire. Pirranî komên marjînalkirî yên mîna LGBTÎ, penaber, nexweşên deqandina bedenê, Mislimanek, Xiristiyanek, Cihûyek yan jî ateîstek. Armanc ew e ku bi vî rengî pêşhukim bên bêtesîrkirin û erd û eqarê toleransê bête berfirehkirin.
Rêveberê projeyê li gelek welatan tên teqdîrkirin û hîjayî xelatan tên dîtin. Herî dawî li Danîmarkayê jî hêjayî Xelata Civak û Bihevkirinê ya sala 2017 hat dîtin.