Navenda Çandê ya Reqayê yek ji navendên mezin ên çandê yên Sûriyê bû, bes çeteyên DAIŞ`ê nêzî 100 hezar pirtûkên tê de şewitandin. Niha birêvebirên navendê ji bo geşkirina navendê kampanyayek dan dastpêkirin. Navê kampanyayê “Pirtûkeke bide min” e û mirada wan jê ew ku dîsa fena berê pirtûkxaneye mezin çêkin.
Berpirsê pirtûkxaneya Navenda Çandê Hemze El-Hemzawî ji bo kampanyayê got: “Ji destpêka vekirina navendê ve me zêdetirî 7 hezar pirtûk kom kirine.”
REQA