
Derhênerê Kurd Yilmaz Guney li gel derhêneriya xwe wek nivîskar jî tê zanîn, dê hemû berhemên wî di çileya 2017’an de ji hêla Weşanên Îthakî ve bên weşandin.
Di nava pirtûkên Guney ên hatine weşandin de senaryo, çîrok, helbest û ceribandin jî hene. Weşanxane plan dike ku di meha çileyê de roman û senaryoyên bi navê ‘Boynu Bukuk Olduler’ (Bi Stûxwarî Mirin) û ‘Umut’ (Hêvî) çap bike.
Dê cara yekemîn pirtûk li bajarê Guney Edeneyê di Fûara Pirtûkan a Edeneyê de li xwedevanan bên parvekirin. Di çarçoveya fûara di 7’ê Çileya 2017’an de bê lidarxistin de, dê Fatoş Guney beşdarî gotûbêja ‘Bajarê ku Yilmaz Guney xeyal dike: Edene/Çîroka Fîlmê Hêvî’ bibe.
EDENE