Kurd û burç
Dagli anî ziman ku cihê Kurd lê dijîn yekem çavkaniyên şaristaniyê ne û şekl û nisama mirovan a bi xwezayê li vir bi teşe dibe. Dagli, mîtolojiya gerdûnî ya li ser axa Mezopotamya û Kurdistanê bi teşe dibe, bi têkiliya mirovan a neteweyi, civak,i polîtik û oldarî yên herêmî ve gire dide. Dagli, li ser mîtolojî û dîroka axa Kurdistanê jî radiweste û diyar dike ku Kurdistan û herêma derdora wê warê ku yekem car şaristanî, lehengî, şer, xweda pêxember, ol, ezîz, çîrok, hilweşîn û avakirin lê pêş ketine ye. Dagli, li ser têkiliya Kurdan û bûrcan jî radiweste û beşekê bi navê "Bûrcên bêdeng" a felsefeya Zerduşiyê radiweste.
Dagli, di pirtûkê de tîne ziman ku ew dixwaze çavkaniya hêz, dirok, jiyan û geşedanên paşerojê di hiş û meşiyan de nû bike.
Faysal Dagli li lekolîna xwe ya ewil de li nemirinê digere. dîsa li ser dîroka medan u Kurdan lêkolîn dike û li ser destan û mîtolojiya Newroz, bedengiya burcan, Çemên Bihiştê, Şopê Piyên Birahîm, Împaratorê Cîhanê Aleksandir" radiweste.
DÎCLE MUFTUOGLU / DÎHA/AMED