Pirtûxaneya Ciwanan a 5 Nîsanê ya di sala 2009'an de ji aliyê Şaredariya Rezan ve dest bi çêkirina wê hate kirin ji xizmetê re hate vekirin. Pirtûkxane ji pirtûkên kurdî û tirk pêk tê û gelek çavkaniyên berfireh bi rehetî li pirtûkxaneyê tên peydakirin.
Li pirtûkxaneyê her roj nêzî 150 xwendekar pirtûkxaneyê ziyaret dikin. Xebatkarê Pirtûkxaneyê Bulent Ateş, diyar kir ku bo kesên tên pirtûkxaneyê hewcehiyên xwe bi cih bînin ya ji destê wan tê dikin û wiha got: "Bêyî cudahî em hemû meteryalan pêşkêşî kesên tên pirtûkxaneyê dixebitin dikin. Kesên nikarin bên pirtûkxaneyê û li ser sîteya şaredariyê daxwaza pirtûkan dikin em bê pere ji wan re serwêsa malan dikin. Pirtûkxaneya me her roj saet di navbera 8:00 û 17:00'an de ji xizmetê re vekiriye. Kesên dixwazin pirtûkan bixînin navê xwe dinivîsîn û em jî pirtûkê pêşkêşî wî dikin."
Ateş, anî ziman ku ew ji koma temenê wan 10-15 û 17-25'an re sînevîzyonên perwerdehiyê pêşkêş dikin.

AMED