SELMA AKKAYA / PARÎS


Li keviya bajarê paytexta Fransayê Parîsê, li banliyoya Villeneuve Saint Georgesê, roja sêşemê êvarê otobusa “Pirtûkxaneya Ocalan - Ji Ocalan û tevahiya girtiyên siyasî re azadî” gihişt menzîla xwe ya li Parîsê, ango pêşiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Villeneuveê. Li vir Kurdistaniyan û hilbijartiyên deverê yên Partiya Komunîst a Fransayê otobus pêşwazî kir.

Li pêşiya avahiya şaredariyê ya Villeneuve Saint Georgesê mîtîngek hat lidarxistin û alîkarê şaredar Alexandre Boyer, li ser navê şaredariya Champigny, Caporal Cheysis, endama Partiya Komunîst a herêma 94 Nathalie Menner, Senatora heman herêmê Sabrina Agouve û parlamenterê Partiya Komunîst Cohen Laurence li vir amade bûn. Axaftvanên hilbijartî yên ji Partiya Komunîst a Fransa gotin, ew ê li cem gelê Kurd cihê xwe bigirin. Di pêşwazîkirinê de ji herêmên Vitry û Choisy jî hilbijartî amade bûn.


‘Onlarla birlikteyiz’ 

Piştî mîtînga demkurt a li pêşiya avahiya şaredariyê, beşdar çûn avahiya NCDK´ê. Di panela li avahiya NCDK´yê de tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat minaqeşekirin. Di panelê de fikar û endîşe derbarê wê yekê de ku ji Ocalan bi ti awayî ti xeber nayî girtin, hat îfadekirin. Di panelê de parlamenter Cohen Laurence jî axivî. Cohen got, ew rojeva gelê Kurd ji nêz ve dişopînin, ew doza azadiya Ocalan dikin, û di heman demê de ew li Tirkiyeyê binpêkirina mafan, girtin û zextên li HDP´ê jî bi fikar dişopînin. Pirraniya axaftina Cohen li ser Têkoşîna Azadiya Jinê ya tevgera Kurd bû. Cohen got, “Em heta dawiyê destekê didin xwîşkên xwe yên Kurd. Em bi wan re ne.” Piştî wî nûnerê rêxistina Partiya Komunîst a Champignyê, Christian Chauva peyivî û got, ew ê li cem doza mafdar a gelê Kurd cihê xwe bigirin.

Piştî sînevîzyona li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan panel bi dawî bû. Nûnerên tevgera Jinên Kurd dosyayên amadekirî dan beşdarên panelê.


Li Tour Eyfelê ye

Otobusa ‘Pirtûkxaneya Ocalan’ doh li Meydana Trocadero bû ku  Tour Eyfel (Birca Eyfel) lê ye. Li vir dezgeha agahdarkirinê hat danîn û belavok û broşur hatin belavkirin. Piştî vê dema ku rojnameya me nûçe ji bo çapê amade dikir, otobusê berê xwe da Meydana republiqueê ku saet 17´an Kurdistaniyan xwe ji bo çalakiyekê amade dikir.