FIRÎŞTE MIHEMED / ROJNEWS/ SILÊMANÎ

Pirtûkxaneya giştî ya bajarê Silêmaniyê di sala 1944’an de ji aliyê helbestvanê Kurd Pîremêrd ve hatiye avakirin. Yek ji navendê rewşenbîrî ya bajarê Silêmaniyê ye û bi hezaran pirtûkên bi zimanê Kurdî, Erebî, Ingilizî û Farisî hene. Di sala 1998’an de, di nava pirtûkxaneyê de beşek taybet ji bo zarokan hate cûdakirin. Ew pirtûkên ji bo zarokan tê xwendin û çapkirin ji helbest, çîrok û serpêhatiyên zimanê Kurdî, Erebî û Ingilîzî pêk hatine.

Di nava pirtûkxaneyê de solana sînemayê, salona wênesaziyê û salona pirtûkan heye. Zarok piraniya dema xwe li salona pirtûk û wênesaziyê derbaz dikin. Her wiha zarokê ku têne pirtûkxaneyê di nava xwe de pêşbirka xwendinê dikin û kesê dibe yekemîn jî xelatê digre.

Em li pirtûkxaneyê fêrî gelek tiştan dibin

Rêveberê salona sînemayê Zîrek Qadir diyar kir ku zarok pirtûkan dixwînin, wêneyan xêz dikin û temeşeyî filman dikin.

Zarokên ku têne pirtûkxaneyê hezkirina wan ji bo wênesaziyê hene û mamostayê wan jî bi wan re dibin alîkar. Wêneyên wan ên herî ciwan di pêşangehên dibistanan de tên nîşandan.

Yek ji wan zarokê serdan pirtûkxaneya giştî ya bajarê Silêmaniyê dike Hozan Zîreke û wiha qala xwendin pirtûkan dike: “Bi xwendin ez zêdetir zanistê fêr dibim. Ji derveyî wê bi çêkirin wêneyan ez rengan jî baş fêr dibim. Li vê derê ez fêrî gelek tiştan bûme. Her wiha spasiya pirtûkxaneyê û mamostayan dikim.”

Berpirsê giştî yê beşê zaroka Bilêse Mistefa wiha axivî: “Di destpêka salê de dayîk û bav ji bo qeydên zarokên xwe di demsala havînê de serdana pirtûkxaneyê dikin. Lê niha wiha lê hatiye ku em bang li dayîk û baban dikîn ji bo zarokê xwe bişînin pirtûkxaneyê.”