
AZÎZ OGUR/KOBANÊ
Roja 25´ê Hezîranê li Kobanê rojeke reş e, ji ber ku ew roj, li Kobanê komkujiyeke mezin bi bîra mirovan dixe. Wê rojê sala 2015´an çeteyên DAIŞ´ê yên di ser Tirkiyeyê re xwe gihandin bajêr, ketin malan û bi sedan sivîl qetilkirin. Yek ji van kesan Şehîd Rodî birayê Ednan hesen e ku ji bo bibîranîna birayê xwe pirtûkxaneyek ava kiriye.
Ednan Hesen dema xwe dide nasîn dibêje, “Ez Ednan Hesen, birayê Şehîd Rodî me. Ev pirtûkxane ji bo bîranîna Şehîd Rodî hate avakirin. Piştî Komkujiya 25’ê Hezîranê ya li Kobanê biryara vekirina pirtûkxaneyê hate dayin.”
Avahiya ku pirtûkxane lê hatiye vekirin, ne xerîb e, Ednan Hesen wiha dewam dike: “Ev avahî mala me bû. Mirovên di vê malê de diman, para xwe ji komkujiyê girtin. Du birayên min, xwîşkeke min û du bûkên me şehîd bûn. Her wiha apê min û pismamê min jî şehîd bûn.”
Jijan êdî zehmet e
Ednan Hesen li xwe mikur tê ku jiyana li malê êdî ji bo yên sax filitî gelekî zehmet bûye, nexasim jî ji ber ku du xwîşkên wî şahidî li hovîtiya çeteyên DAIŞ´ê kiribû: “Piştî komkujiyê, li vê malê jiyan pirr zehmet bû. Bi taybetî jî ji bo xwîşkên min ên di bûyerê de amade bûn û şahidî li hovîtiyê kirin, jiyana li vir êdî gelekî zehmet bû. Li aliyekî din jî me nexwest deriyê mala dayika min were girtin.”
Ji bo bîranîna Şehîd Rodî
Hem ji bo deriyê mala dayikê neyê girtin û hem jî ji ber ku yek ji birayên şehîd bûyî, Şehîd Rodî beriya bizewice projeyek amade kiribû, projeya avakirina pirtûkxaneyekê, malbat biryara avakirina pirtûkxaneyê li mala xwe dide: “Ji xwe Şehîd Rodî jî beriya bizewice projeyek amade kiribû, tim dixwest pirtûkxaneyek were avakirin. Piştî ku zewicî bi bîst rojan tevkujî pêk hat û tevî hevjîna xwe hate qetilkirin. Ji ber vê yekê me mal veguherand pirtûkxaneyê. Di Gulan a 2016’an de me pirtûkxane vekir. Di Gulanê de cara yekê li Kobanê dibistan hatin desteserkirin û dersên Kurdî hatin dayin, Şehîd Rodî jî di pêngava azadkirina dibistanan de hebû. Gulan hem mîna cejna mamosteyên Kobanê ye, hem jî cejna zimanê Kurdî ye.”
Avahiyeke pirralî ya ji bo huner û wêjeyê
Ji Pirtûkxaneyê xelk dikare pirtûkan bigire, bibe malê û bixwîne. Piştî xwendinê jî divê li pirtûkxaneyê vegerîne. Lê avahiya pirtûkxaneyê li çalakiyên hunerî û wêjeyî jî vekiriye: “Gelek kes tên ji vir pirtûkan digirin, piştî dixwînin, vedigerînin. Her wiha salona xwendinê li vir heye, yê bixwaze dikare li vir jî bixwîne. Li vir çalakiyên hunerî û wêjeyî jî tên lidarxistin. Hin semîner û dîwanên dengbêjan hatin sazkirin û fîlm hatin pêşandan.
Desteya Perwerdeyê ya Kobanê jî destek da avakirina pirtûkxaneyê.”
Pêwîstî bi pirtûkên Kurdî heye
Herçî pitûk in, destpêkê weşanxaneyan şandin, lê hîna pêdivî bi wan heye: “Di destpêkê de weşanxaneyên Kurd pirtûk şandin. Ji ber ambargoyê pirsgirêk heye. Herî zêde pêwistiya me bi pirtûkên Kurdî heye. Her kesê dixwaze bi me re bibe alîkar, dikare pirtûkan bişîne. Bi vê yekê em ê pirtûkxaneya Kurdî dewlemend bikin.”