Li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê pirtûkxaneya bi navê Amara hat vekirin. Bi alîkariya Rêveberiya Komîteya Wêjeya Rojavayê Kurdistanê, li Taxa Bişêriyê ya Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê, pirtûkxane hat vekirin. Pirtûkxane bi amadebûna Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Qamişloyê, Yekîtiya Xwendekaran, Weqfa Jina Azad û Yekîtiya Ragihandina Azad a Rojava hat vekirin.
Destpêkê rêvebira pirtûkxaneyê, Dilvîn Tobal vekirina pirtûkxaneyê li gel pîroz kir û got, “Ji bo bipêşketina civakê pirtûk girîng e. Em hêvî dikin ku ev pirtûkxaneya bibe sedema bipêşketinê.”
Endama Komîteya Wêjeya Rojava, Ahîn Mihemed pirtûkxane li xizmeta cemawiriyê vekir.
JINNEWS / QAMIŞLO