Li navçeya Rezan a Amedê welatiyê bi navê Seyfettîn Baraç, ku 20 sal berê li navçeya Tetwanê karê tevna sicadeyan çêdike, diyar kir ku ji bo ev pêşe têk neçe, armanc dike ku şagirtan pêş bixe. Pîşeyê tevnê çanadek dîrokî û kevnare ye. Her wiha çandeke civakî û debarî ye. Ev pîşeyê ku demekê pir bi qedr û qîmet bû û li her bajar û navçeyekê bi sedan mirov ji bo fêr vî pîşeyi bibin, niha êdî kes eleqeyê nîşan dane. Karê tevnê ku demekê hilberîna berik, merş, tej, secade, tûr û mafûre gelek alav û amûrên malan dikir, di deman demê de dibû çavkaniya debarê ya bi hezaran mirovan. Lê piştî bafrîqe pêş ket û teknolojî belav bû, her wiha piştî koçberi zêde bû ev pîşe têk diçe. Welatiye bi navê Seyfetîn Baraş ê 42 salî, 20 salin karê tevnkariyê dike û secadan çê dike.
Baraç, anî ziman ku bi pêşketina teklonojiyê ev pişe û huner têk diçe û ji bo vî pîşeyi bide jiyandin armanc dike ku atolyeyan veke û çiraxan perwerde bike. Baraç, anî ziman ku demek dirêj wî ev pîşe li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê pêş xist û piştî koçberî navçeya Farqînê kir, pîşeyê xwe li Farqînê berdewam kir. Baraç, bilêv kir ku pişti koçberî navçeya Rezan bû niha jî vî pîşeyê xwe li dikanek biçûk a navçeya Rezan berdewam dike û hewl dide ku vî pîyeyî nemir bike. Baraç, destnîşan kir ku hem eleqeya li hemerî pîşe û hener û hem jî eleweya li hemberî secadeyên tevnan kêm bûye û zêdetir mirov diçin yen fabrîqeyan destînin. Baraç, daxuyand ku karekî kedek mezin dixwaze û hunerek bi ked e.
DÎHA/AMED