Li TOKÎ’yên nû yên Artemêtanê 19 jin têne perwerdekirin. Wênesaz Nurhan Ayturk ku li kursê perwerdê dide diyar kir ku 3 meh berê kurs vekirine û got di katekî zemînê ya bloxeke TOKÎ’yê de xebatên xwe yên kursê didomînin û wiha got: “Di avahiyên TOKÎ’yê de tu faliyetên çand û hunerê tune. Ev sê mehin me ev xebat daye destpêkirin. Me bi 12 jinan destpê kir. Piştre hineke din jî hatin. Niha em bûn 19 kes. Serlêdan hêj didome."


Şekil têne çêkirin

Ayturk der barê xebata ku li kursê dimeşînin de agahî da û got: “Em ligel peyker û wêneyan, niha gravura ahşabê ku bi tunebûnê re rû bi rû meya, gravur a camê, hunera nahtê, seramîk, hunera rojane de perwerde didin. Ayturk got ew dixwazin Artemêtanê bikin navenda çand û hunerê û wiha pê de çû: “Demek berê min serî li qeymeqamiyê da. Dikare li Keleha Keçikê Navendeke Çanda Hunerê bê înşakirin. Înşalah ev daxwaza me bê cih. Armanca me ya sereke eve ku em Artemêtanê biguherin navenda çand û hunerê."

Kursiyer kêfxweşin

Kursiyera bi navê Zehra Gozmen  diyar kir ku ji biçûkatiya xwe de nexweşan çêdike û niha jî derbasê çêkirina wêneyan bûye û got: “Bi saya kursê eleqeya min ya bo wêneyan zêde bû. Hedefa min eve ku ez bibim mamosteyê wêneyan. Ev sê hefteye ez li vir bi wêne û pişeyên din re eleqeder dibim. Min li Enqerê 2 sal perwerda wêneyan girtibû. Lê bi saya mamosteya me min xwe pêş xist. Xwendekara pola 3’emîn ya Lîseyê Elîf Yuksek jî diyar kir ku li dibistana dersên wêneyan hatiye rakirin û wiha got: “Kurs bo me gelek girînge. Dema ez wêneyekê dibînim ez hema fêm dikim ku çawa xêz bikim. Ez dikarim rengan hilbijêrim. “

WAN