Bi Koma Piştgiriya Herêmên Kurdistanê ya parlamenter re wê siyasetvanên Brîtanî hem çêtir derbarê Kurd û Kurdistanê de bên agahdarkirin û hem jî piştgiriya ji bo Kurdistanê, nexasim jî ji bo Bakur, Rojava û Rojhilat wê xurt bibe.

Di çarçoveya xebatên sala Rêbertiyê de li Ingilîstanê her karên nû tên kirin. Beriya bi çend mehan heyetek ji siyasetvan û sendîkavanên Brîtanyayê çûbû serdana Başûr û rojavayê Kurdistanê. Parlamenter Lloyd Russell-Moyle û Lord Maurice Glasman ên ku di nava heyetê de bûn, niha înîsiyatîfeke nû dan destpêkirin. Ji dehan partiyên cihê parlamenter û endamên Kamaraya Lordan hatin cem hev û biryar dan ku koma “Piştgiriya bi Herêmên Kurdan re” damezrînin.

Di nava endamên komê de parlamenter Chris Williamsan, Kate Osamor, Chris Stephens, Joana Cherry, Caroline Lucas, Siobhan Mcdonagh, Sandy Martin û Lord Hylton jî cihê xwe digirin û ew pêr êvarê li parlamenê bi nûnerên civaka Kurd re civiyan.

Ji bo hemû beşên Kurdistanê

Parlamenter Lloyd Russell-Moyle bi bîr xist ku li parlamenê komeke xebatên piştgiriya bi Başûrê Kurdistanê re jixwe heye û got, koma ku nû bê damezrandin wê bi giranî bibe komeke pirrpartî ya piştgiriya Herêmên Kurdistanê û nexasim jî yên Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê.

Navê komê gelekî muhtemel e ku fermî bibe, APPG ON KURDISH REGIONS. Di civînê de biryar hat dayîn ku faeliyetên komê jî ji aliyê dezgeha hizr û lêkolînê ya bi navê Centre for Kurdish Progress (Navenda ji bo bipêşketina Kurd) a navenda wê li Londonê, bi rê ve bibe. Wekî din biryar e ku xebatên damezrandina fermî jî bên bilezkirin.

Derfet ji bo piştgirî û haydarkirinê

Ji rayedarên Centre for Kurdish Progressê, Ali Gul Ozbek piştî civînê daxuyaniyek da û got, koma hatî damezrandin hem wê xebatên piştgiriya gelê Kurd ên li Parlamenta Brîtanyayê xurt bike û hem jî wê bibe derfet ku siyasetvanên Brîtanî derbarê Kurdistan û Kurdan de rast û birêkûpêk bên agahdarkirin.

 

FRANKFURT