Pisîka Wanê bi pirça xwe ya spî, çavên xwe yê şîn û zer li cîhanê navdar e. Taybetiyek wan a din jî ew e ku ji bilî Wanê nikarin li cihekî din bijîn. Heta salên 2000’î hema hema li her kolanên Wanê dihatin dîtin lê niha pir kêm in û li cihên diyarkirî tên xwedîkirin. Pisîka Wanê veguheriye alava bazirganiyê. Der barê pisîka Wanê de xwediyê mala pisîkên Wanê Ferhat Bilicî agahî dan û got: Em pisîkan nafiroşîn û em li dijî firotina pisîkan in. Li dijî firotina pisîkan me serî li gelek deveran da. Dema ku me pisîk şandin xwezayê nifşê wan zêde dibe û zirara tunebûna nifşê pisîkên Wanê jî kêm dibe. Pêwîst e ku pisîka Wanê ji Wanê neyê derxistin. Cîhana pisîka Wanê, Wan e.”

 

MA/WAN