"Pêşnûmezagona Bidawîkirina Terorê û Xurtkirina Yekitiya Civakê" ku wekî "Zagona Çarçove" tê zanîn, piştî ku di komîsyona karên hundirîn de hate qebûlkirin, li bendê ye ku vê heftê were rojeva Meclîsa Tirk. Ji bo xebatên li ser zagonê saetên xebatê yên meclîsê hatin dirêjkirin. Meclîs dê rojên în, şemî û yekşemê jî bixebite. Meclîs di 25'ê tîrmehê de dê bê girtin û heta çotmehê dê girtî bimîne. Piştî pêşnûme bû zagon, wê raye hemû di destê Lijneya Wezîran de be. Pêşnûmeya ku hemû rayeyê dide Lijneya Wezîran usûl û esasên pêvajoyê diyar dike. Di dema hevdîtinên pêşnûmeyê de, hemû pêşniyarên HDP'ê hatibûn redkirin.


´Emê îtîraz li nav bikin´

Wekîla serokê koma HDP´ê Pervîn Buldan derbarê mijarê de agahî dan DIHA´yê. Buldan diyarkir ku îhtîmalekî mezin roja çarşemê dê pêşnûme were rojeva meclîsê û da zanîn ku wan îtîraz tenê li navê pêşnûmeyê kirine. Buldan, destnîşan kir ku ew dixwazin navê "Terorê" ji pêşnûmeyê bê derxistin û wiha axivî: "Ev nav me diêşîne. Em qala şerekî 40 salan û pirsgirêkek 100 salan dikin. Nikarin ji vê re bêjin teror. Çareserî wiha nabe. Pêwîste wiha derneyê."

'Nexşerê nîşanî me nedane´
Buldan derbarê nîqaşên li ser nexşerêya ku hikûmetê di çapemeniyê de behsa wê dike de jî diyar kir ku hikûmetê hêj tu nexşerê nîşanî wan nedaye û da zanîn ku rayedarên hikûmetê ji wan re gotine ku dema nexşerê temam bû wê nîşanî wan bidin. Buldan destnîşan kir ku haya wan ji xebata hikûmetê heye û piştî xebat piçek berfireh bû wê wan jî agahdar bikin. Buldan got ku piştî zagon ji meclîsê derbas bibe wê meclîs bê girtin û pişt re jî dê nexşerêya hikûmetê were rojevê. Buldan her wiha da zanîn ku ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirine û got ku li benda Leyla Zana û Sirri Sureyya Onder bûn ku biçin Îmraliyê, lê heta niha bersivek fermî nehatiye. Buldan anî ziman ku dema bersivek ji wan re hat ewê biçin Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. 

DIHA/ENQERE