Dr. Wilk: Alîkarî karekî muhim e, ji ber ku li pêşiya me zivistan heye. Pirsgirêka xwedîkirina mirovan heye. Xelkê li herêmên dagirkirî ketine nav lepên terora çeteyan.

NÎHAL BAYRAM / MAINZ

Bijîşkê rewşên hewarê yê Elman Michael Wilk bi dehan car e ku ji sala 2014´an ve gelek caran çûye Rojava û ji bereya şer re bijîşkiya hewarê kiriye. Herî dawî jî dawiya Cotmehê heta serê Mijdarê li nexweşxaneya Til Temirê heştekê ma û emeliyatên birîndaran ên destpêkê kirin. Dr. Michael Wilk îsal li seranserê Elmanyayê semîner da, ji xelkê re axivî û alîkarî ji Rojava re berhev kir. Ev alîkariya wî niha gihiştiye 45 hezar euroyan, û ew ê vî pereyî bide Heyva Sor a Kurd. Wî bang li xelkê li Elmanyayê kir da ku bêhtir alîkariyê bike ji ber ku pêdivî gelek e, û xwest piştgiriya civakî bê xurtkirin.    

Dr. Michael Wilk li paytexta eyaleta Hessenê Wiesbadenê bijîşkiya rewşên hewarê dike û psîkoterapîst e jî. Ew kampanyaya xwe ya alîkariyê hem di ser medya civakî re û hem jî di çalakiyên beşdar dibe hemûyan de hewl dide bide bihîstin.

Ji Weşanên Dermançêkerên Elman 10 hezar

Di encama hewldanên Dr. Wilk de Weşanên Dermançêkerên Elman a navenda wê li Stuttgartê 10 hezar euro alîkarî da kampanyaya ji bo Rojava; wê ev alîkarî da dest Dr. Wilk. Dr. Wilk ji piştgiriyê razî ye: “Îsal beriya dagirkeriya 9´ê Cotmehê me karî 24 hezar û 500 euroyî berhev bikin û me ev pere gihandin Rojava. Ji 9´ê Cotmehê ve jî va bûye qederê 20 hezar euroyî. Heta dawiya salê belkî hinekî ji vê jî bibihure.”

   

Her alîkarî muhim e

Hesta piştgiriya bi Rojava re zêde be jî, hewldana şexsî ya Dr. Wilk ji bo berhevkirina vî pereyî muhim e. Ew dibêje her alîkariya tê kirin bi qîmet e: “Alîkariya Weşanên Dermançêkerên Elman heta niha weke mîqdar ya herî zêde bû. Beriya niha jî qederê 5 hezar euroyî alîkarî hatibû dayîn. Bi pirranî alîkarî 20 ta 300 euroyî ne. Her alîkarî muhim e, ez girîngiyê pê didim. Ji ber ku her alîkariya digihîje Rojava bi hewara kesekî li Rojava hewce ve diçe.”

Piştgiriya ji bo zivistanê şert e

Dr. Wilk got piştî dagirkeriyê rewşa li Rojava êdî di warê insanî de trajîk bûye û bi bîr xist ku Heyva Sor a Kurd û rêveberiya Rojava bajarên çadirî çê dikin. Ev karekî muhim e, ji ber ku li pêşiya me zivistan heye. Pirsgirêka xwedîkirina mirovan heye. Xelkê li herêmên dagirkirî ketine nav lepên terora çeteyan.”

Ji bo miletan hemûyan tehlûke ye

Dr. Wilk got, dagirkeriiya dewleta Tirk ji bo miletên li deverê hemûyan, yanî ji bo Kurd, Ereb, Asûrî-Suryaniyan tehlûke ye, ji ber ku ew mirov tên sirgûnkirin di çarçoveya pîlana dewleta Tirk a qirkirina etnîk de.

Li ser vê pîlana dewleta Tirk û alîkariya muhtemel a Ewrpûpayê ew dibêje, “Tirkiye ji bo vê dagirkeriyê û pîlanên bicihkirinê doza alîkariyê ji Ewrûpayê felaketek e. Bi qasî parçekirin û nearamiyê ev bi xwe re zilm û zextê jî tîne.”

Dîplomasiya kujer dikin

Dr. Michael Wilk li Til Rifetê qetilkirina 9 zarokan jî bi bîr xist û got, “Serokdewletên li civîna bilind a NATO´yê sûcên şer ên dewleta Tirk fêm dikin û bi dîplomasiyê lêvedigerînin. Yên ku rê li ber sûcdar vedikin, Dîplomaisya kujer dikin.”

Alîkariyê dewam bikin

Dr. Wilk bi îhtîmam bi bîr xist ku alîkarî gelekî girîng e, alîkariya ew digihînin kêm be jî ji bilî wan jî gelek rêxistinên civaka sivîl alîkariyê dikin yên weke Kadus, Medico International, OPP ku hîna jî li Rojava ne tevî Heyva Sor a Kurd ku xizmetên hewarê û nexweşxaneyan organîze dike.

Di dawiyê de wî careke din banga alîkariyê kir: “Çi kêm û çi zêde ne girîng e, mala her kesê alîkarî kirî ava. Her alîkarê bi qîmet e.”

 

Hesabê ji bo alîkariyê:

 

Dr. Michael Wilk

DE 77 5105 0015 0173 0709 39

Stichwort “Gesundheitsaufbau”

IBAN: DE 77 5105 0015 0173 0709 39

BIC: NAşDE55XXX

Navê Bankayê: Nassauische Sparkasse

Alîkarî hemû wê ji Heyva Sor a Kurd re bên şandin ku li Rojava xizmetê dike.