Hollanda û Fransa piştgiriyê didin avakirina dadgeha ji bo darizandina DAIŞ’iyan. 8´ê Hezîranê Roja şemiyê şandeyeke hevpar ji wezaretên karê derve yên Fransa û Hollandayê serdana navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarokê Eyn Îsayê herêma Firatê kir. Di şandê de serokê Navenda Krîzan a Wezareta Karê Derve ya Fransyê Eric Schafalier û serokê Navenda Krîzan a Wezareta Karê Derve ya Hollandayê Ian Bijan, tevî tîma pê re, amade bûn.
Şande ji aliyê hevserokên Daîreya Têkiliyên Derve Abdulkerîm Umer, Emel Dade û endamên daîreyê ve hate pêşwazîkirin. Her du aliyan rewşa dawî ya Sûriyê û herêmên Rêveberiya Xweser nîqaş kirin. Hevdîtin li çapemeniyê girtî pêk hat û nêzî 3 saetan dewam kir.
Hollandayê nameyek ragihand
Piştî hevdîtinê endama Daîreya Têkiliyên derve ya rêveberiya xweser Emel Dede daxuyaniyek da û got:”Serokê Navenda Krîzan a Wezareta Karê Derve ya Hollandayê Ian Bijan li ser zimanê wezîrê karên derve yê Hollandayê nameyek ragihand. Di nameyê de tê gotin, Hollanda piştevaniya avakirina dadgeheke navdewletî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Her wiha piştgira ewlehî, aramî, jinûveavakirin û çareseriya siyasî li Sûriyê dike.”
Emel Dade diyar kir ku Serokê Navenda Krîzan a Wezareta Karê Derve ya Fransayê Eric Schafalier jî raber kir ku wê Fransa piştevaniya giştî ji aliyê leşkerî, dîplomasî û xizmetguzarî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Fransa wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo perwerdekirina li ser pisporiya rakirina mayînan li herêmên nû hatine rizgarkirin akademiyekê veke û endaman perwerde bike.
Meha Hezîranê kom dibin
Emel Dade agahî da û ragihand, şandeyê li ser lidarxistina 2 civînan li Parîsê (ya yekemîn 25’ê Hezîranê û ya duyemîn jî 27’ê Hezîranê) guftûgo kirine. Di van guftûgoyan de Fransa, Hollanda, DYE û Brîtanya û hin dewletên din hene.
ANHA/EYN ÎSA