Li paytexta Danîmarkayê Kopenhagê, navdarên muzîka vî welatî ku weke starên welêt tên naskirin, ji bo Rojava konserek dan. Koma Savage Rose, Trypical Cumbia di konserê de derketin ser dika navdar a li hola Pumpehuset. Mizgîn û çar muzîkvanên wê jî beşdarî konserê bûn. Carsten Jensen û Jonas Eika bi hevkariya Rojava Alliancen ev konser organîze kir. Hola konserê bi serî ve mişt bû. Organîzator wê dahatê bidin Heyva Sor a Kurd. Wan malavahiya her kesê bilêt kirî û hunermendan jî kir û got, ew ê piştî cejna Noelê eşkere bikin ka çiqas alîkarî hatiye berhevkirin. Li ser dika konserê peyamên, "Tirkiye ji Sûriyê derkeve", "Erdogan rawestînin" û "Piştgiriya Rojava bikin" jî hatin daliqandin.
KOPENHAG