Çermûgiyên li bajarê Almanya Gîessenê li Navenda Çanda Kurd a Mezopotamyayê hatin cem hev û li ser xebatên ji bo hilbijartinan nîqaş kirin. Di civînê de her wiha komîsyonek hilbijartinê ya ji 15 kesan hat avakirin. Di civînê de li ser navê Komîsyona Piştevaniya bi BDP'ê re ya Çermûgê Emîn Denîz peyivî û banga "Tişta ji destê we tê bikin" li Çermûgiyên li Almanyayê dijîn kir. Denîz diyar kir ku divê her kes di vê pêvajoyê de seferber bibin û got, "Namzetên me diyar bûn, emê bi van hevalên namzet re, ji bo qezençkirina hilbijartinan bixebitin." Di civînê de biryar hat dayîn ku di 22'ê Sibatê de li Gîessenê şahiyek piştevaniya bi BDP'ê ya Çermûgê bê lidarxistin.


Li Den Hagê semîner
Li aliyê din Depiyên li Holandayê dijîn, bi mijara hilbijartinê li bajarê Den Haagê panelek lidar xist. Di panelê de Parlamenterê BDP'ê yê Amedê Altan Tan, namzetê BDP'ê yê Şaredariya Depê Bûrhan Kocaman û siyasetmedara Depî Sakîne Karakoçan axaftinek kirin. Siyasetmedara Kurd Sakîne Karakoçan da xuyakirin ku divê ev hilbijartin ji Mazlûman, Xeyriyan, Sarayan re bibe bersiv û got, "Ji bo Kawayên hemdem, ji bo em xwe biparêzin, divê Dep were qezençkirin." Parlamenterê BDP'ê yê Amedê Altan Tan jî bal kişand ser girîngiya hilbijartinên Depê û destnîşan kir ku Depî wê hilbijartinên xeta Çewlik û Elezîzê diyar bikin û got, "Navenda Elezîzê dixwazin weke qeleha rejîma berê li ser piyan bigirin. Piştî van hilbijartinên şaredariyê emê ji Elezîzê jî parlamenter bişînin parlamentê. Em ji we destekê dixwazin. Bi malbatên xwe yên li wê derê re biaxivin, bila ji bo hilbijartinê bixebitin, qet nebe bila dûa bikin." Tan anî ziman ku ev hilbijartin wê hilbijartinên din diyar bike û got, "Meselaya Kurd wê ber bi başiyê ve biçe yan ber bi nebaşiyê ve; evê diyar bibe." Tan da xuyakirin ku encamên hilbijartinan wê bandorê li polîtîka Iraqê, petrola Kurdistanê û pêşeroja Rojava bike û destnîşan kir ku eger Kurd bibin yek wê pêvajoya aştiyê dewam bike.
Namzetê BDP'ê yê Şaredariya Depê Bûrhan Kocaman jî got, "Li her qada têkoşîna azadiyê Depiyek heye. Emê xwedî li mîrateya wan derkevin." Panel piştî axaftinan bi pirs û bersivdayînê bi dawî bû. 

GÎESSEN