Hunermend Ayfer Duzdaş, ji bo Hevseroka Kongreya Civaka Demokratik (KCD) Leyla Guven a li dijî tecrîdê ev 79 roj in di greva birçîbûnê de ye, helbestek nivisand û stra.

Greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger a Hevseroka KCD´ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di roja 79’an de dewam dike. Guven li Hepsa Tîpa E ya Amedê di grevê de ye û bi biryar e heta tecrîd bi dawî bibe, çalakiya xwe dewam bike. Hunermenda Kurd Ayfer Duzdaş, ji bo Leyla Guven helbestek nivisand û stra. Duzdaş, li ser medya civakî helbest û newaya stranê parve kir. Duzdaş, bi vê helbest û newaya stranê, piştgirî da çalakiya Guven.

 Keça Kurd im serbilind im

Gotinên stranê wiha ne:  

Keçên kurdan şervan in

Hember tarî bang didin

  Şêr li her derê şêr e

Çi jinê xwe çi mêr e

Leyla navê jiyan e

Leyla deng da cîhane

  Bû hevala Zarîfe

Hember tarî deng dide

Ez Dicle û Firat im

Qoçgirî Ararat im

  Di zindan de deng didim

Keça kurd im serbilind im

Berxwedana sedsalî

Şev lê da şeva tarî

Di zindanên zaliman da

Bi me re Xizirê Kalî

Lînka newayê li ser youtube:

https://www.youtube.com/watch?v=f6nhtLHnS-Q&feature=youtu.be