Li bajarê Elmanya Dusseldorfê, bi çalakiyek li ber Konsolosiya Tirk re hevkariya hikûmeta AKP'ê û DAIŞ'ê hat protestokirin. Li Dresdenê, Kurdan bi armanca şermezarkirina êrîşa çeteyên DAIŞ'ê meşek lidar xistin. Li Salzgitter-Lebenstedt jî bi armanca destekkirina berxwedana Kobanê çalakiyek hat lidarxistin. Li Karlsruhe jî Navenda Çanda Kurd standek organîze kir.
Li meydana Castello ya bajarê Îtalya Torîno jî, çalakiya piştevaniya Kobanê hat lidarxistin. Li bajarê Fransa Toulouse jî, komîteya piştevaniya Rojava damezrandina xwe ragihand.
Li paytexta Swêd Stockholmê, Kurdistaniyên ji bo piştevaniya gelê Kobanê ev 5 roj in li Meydana Sergelê di greva birçîbûnê de bûn, duh êvarê bi xwepêşandanekê dawî li çalakiya xwe anîn.
Hevserokatiya Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) bang li hemû Kurd û dostên Kurdan kir ku tevlî çalakiya bi şîara ‘her der Kobanê ye, her der berxwedan e’ ya li qada Bastîlle ya Parîsê roja Şemiyê saet di 15’an de pêk tê bibin.
PARÎS