Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew weke Partiya Guhertina Demokratîk  a Mezopotamya (MDDP) li ser navê gelê Asurî, Sûryanî û Kildanî konferansa Êzîdiyan ya li çiyayê Şengalê pêkhatî silav dikin û piştgiriya ji bo îradeya ku di vê konferansê de hatî girtin dikin.
 
Bi hemû baweriyan re xweşbînin

Daxuyaniya MDDP’ê wihaye: "Baweriya civaka kurd ya Êzîdî baweriyeke ku xwe digihine berî zayînê. Ev bawerî li hemberî hemû zorî û komkujiyan bêyî ku dev ji baweriya xwe berde hatiye van rojan. Civaka Kurd ya Êzîdî bi çanda ku ji baweriya xwe girtî, hertim bi baweriyên din re di nava dostaniyê de û li hember baweriyên din neketiye nava tu hewldanên nerênî. Ji ber ku baweriya wan ne desthilatdare, bi mirovan re xweş derbaskirin li ser civaka kurd ya Êzîdiyan ferz kiriye. Ji ber vê yekê ev civaka qedîm, dostaniya xwe ya bi hemû gelên din re aniye van rojane. Bi taybet bi gelê Asurî, Sûryanî û Kildanî re."
 
Ev tevger bawerî daye gelan

MDDP wiha dibêje: "Ji ber ku cewherê civaka Êzîdiyan bi eslê xwe ji cewherê Kurdiniyê tê, siyasetên li herêmê yên paşdemayî û fanetîk yên weke siyaseta AKP’ê ji bo xwe weke asteng dibînin. Heya ku gelê Kurd girîngiyê bide baweriya Êzîdiyan, ji cewherê xwe yê dîrokî dernakeve û wê her tim jiyanek a civaka demokratîk bi parêze. Îro Tevgera Azadiya Kurdistanê ya ku vê terzê jiyanê diparêze bûye baweriya gelên li herêmê. Ev nêzîkatiya Tevgera Azadî ya bi wate xwe li Şengalê li hember çeteyên DAIŞ’ê, civaka Êzidiyan diparêze û îradeya wan rêxistin dike ispat kiriye.Hinek aliyên dij-demokratîk yên ku ji bo berjewnendiya siyaseta xwe ya teng, pêşketinên civaka Êzîdî napejirênin û wan pêşketinan bi şêweyên cûda asteng dikin."
 
Xwerêvebibin mafek rewa ye

Di daxuyaniyê de tê gotin ku ew bi xwe rêvebirina civaka Êzîdî û civakên din ku bi îradeya xwe diparêzin, hêza xwe ya parastinê çêdikin, weke mafek xwezayî û rast dibînin. Daxuyanî wiha dewam dike: "Li ser vî bingehî em avakirina meclisa Êzîdiyan bi coşek mezin silav dikin û piştgiriyê didinê. Divê zihniyeta ku civaka Êzîdyan û civakên din tenê hiştine ji xwe şerm bike. Divê hêzên ku bi berxwedanek mezin li hemberî vê zihniyetê disekinin bên silavkirin û rêzdarî ji bo gelên ji bo mafê xwe biryarên demokratîk digrin bê kirin. Dem li ser me bi hevrebûna demokratîk ya gelan ferz dike. Banga me ji bo raya giştî ya demokratîk ewe ku piştgiriya xwe ji bo vê meclîsa dîrokî ya Êzîdiyan nîşan bidin.”


 NAVENDA NÛÇEYAN