Em dibêjin; ji bo rûmeta mirovahiyê û mafên mirovan, tecrîdkirina Abdullah Ocalan û hepsiyên siyasî li Tirkiyeyê bi dawî bikin da ku grevên birçîbûnê jî biqedin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku israr bikin ji bo Tirkiye li gorî Pîvanên Mandela tevbigere.

Bi temamî 100 nivîskar, siyasetvan û rojnamevanên navdar pişgirî dan çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hepsiyên siyasî. Prof. Immanuel Wallerstein, Prof. David Graeber Prof. Norman Paech, Denis O’Hearn, Prof. Kariane Westrheim, Isabel Kaeser jî di nav de zêdeyî sed, nivîskar, siyasetvan û rojnamevanên navdar, ji bo azadiya Ocalan û hepsiyên siyasî bang kir.

Pîvanên Mandela bin pê dike

Di bangawaziyê de hate gotin, “Dewleta Tirk, di asteke bilind de normên Pîvanên Mandela binpê dike ku ev norm li qada navneteweyî û mafên mirovan hatine pejirandin. Li gorî Pîvanên Nêzîkatiya li hepsan a Neteweyên Yekbûyî (Pîvanên Mandela) ku Gulana 2015’an li Neteweyên Yekbûyî hatin qebûlkirin, her şêweyekî tecrîdê qedexe ye. Li gorî van pîvanan, heger mirovek 15 rojan li ser hev rojane 22 saetan, yan jî zêdetir ji danûstandina bi mirovan re bêpar were hiştin, ev yek tê wateya tecrîda li hucreyê. Tecrîdkirina Abdullah Ocalan, ji sala 1999’an ve, ji dema revandina wî ve, ev 20 sal in li grava Îmraliyê didome.

Mafên mirovan tên binpêkirin

Leyla Guven tevî ku ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatiye hilbijartin û parlamentereke jin e, li hepsê tê girtin. Guven ev 66 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Zêdeyî 150 dîlên azadiyê yên hikûmxwarî ji bo destekê bidinê, ketin greva birçîbûnê. 15 siyasetvanên Kurd li bajarê Fransayê Strasbourgê di greva birçîbûnê de ne. Hejmara mirovên li hepsên Tirkiyeyê, gihîşt 260 hezarî. Saziyên mafên mirovan radigihînin ku binpêkirina mafên mirovan ên li dijî hepsiyan zêde bûne.

Ji bo rûmeta mirovahiyê

Tecrîda li nava hucreyê, yek ji binpêkirinên herî giran ên mafên mirovan e. Weke rewşenbîr û mirovên azadîxwaz ji bo dawî li vê bêedaletiyê bê anîn, em bang dikin û dibêjin, em parçeyek ji tevgera piştevaniyê ya girseyî ne. Em dibêjin; ji bo rûmeta mirovahiyê û mafên mirovan, tecrîdkirina Abdullah Ocalan û hepsiyên siyasî hemûyan ên li Tirkiyeyê bi dawî bikin da ku grevên birçîbûnê jî karibin biqedin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku israr bikin ji bo Tirkiye li gorî Pîvanên Mandela tevbigere.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN