Mezraya Sûsamli ya girêdayî Taxa Cevîzpinar a Dêrika Çiyayê Mazî piştî 15 salan bû xwedî rê. Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Februniye Akyol a xebatên çêkirina rêyan kontrol kir, diyar kir wê ji rêya esasî heta mezraya Susamli bi dirêjiya 5 kîlometre û 10 metre fireh rê vekin û dê niştecihên mezrayê bigihînin mafê wan ê xwezayî yê veguhestinê.
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê xebatên rêyên gundan ên ji aliyê Rêveberiya Taybet a Bajêr hatine îhmalkirin didomîne. Destpêkê cihên rêyên wan nînin, tên çêkirin û yên veguherîne mîna xirbeyan tên rastkirin. Ekîbên şaredariyê ji bo mezraya Susamli ya girêdayî Taxa Cevîzpinar a Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê dest bi çêkirina rê kirin. Bi vî awayî hesreta rêya mezraya Susamli ya 15 salan bi dawî bû. Yek ji niştecihê mezrayê Şeyhmus Dem anî ziman ku ji bo çêkirina rêya mezraya wan gelek caran serlêdan kirine lê tu encam jê wernegirtin.
Dem got ku Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê li wan xwedî derket û wiha axivî: “15 sal in, em bi piyan diçûn û dihatin. Xwendekarên me 5 kîlometre dimeşiyan. Me nexweşên xwe li ser pişta xwe dibirin rêya esasî. Ji bo gelê me û şaredariya me em tenê nehiştin spas dikin.” Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Februniye Akyol ji bo xebatên rêyan li cihê wê bibîne çêkirina rêya mezraya Susamli kontrol kir.
Akyol li wir axaftineke kurt kir û wiha got ku tevî derfetên kên êm şaredariyê jî ji bo ji hemû pêdiviyên gel re bibin bersiv dixebitin.
MÊRDÎN