
NESRÎN EBDÎ / KOBANÊ
Di şerê li Kobanê 133 rojî domî de binesaziya bajar zirareke mezin dît, piraniya kolan, dibistan û avahiyên wê xerab bûn. Bi derbasbûna du salan a di ser rizgarkirina bajar re, jiyan li Kobanê ji nû ve hat vesazkirin. Dema mirov li wêneyên wan kolanan ên dema şer û yên îroj dinêre, bi rastiya guherîneke mezin re rû bi rû dimîne.
Deriyê Sînor
Di berbanga 29`ê mijdarê de, teqîneke mezin di Deriyê Sînor ê Murşîtpînar de çêbû. Tirkiyeyê deriyê sînor ji çeteyên DAIŞ’ê vekir û wan jî, êrîşî Kobanê kir. Di encama teqîn û şerê ku şeş seatan dewam kir de, êrîş têk çû. Di êrîşa ku du çeteyan xwe teqand de, aliyek ji avahiya li ber deriyê sînor ruxuya û ziyanek mezin derket holê. Di wêneyên ku piştî çend saetan ji êrîşê hatin kişandin de, ziyana mezin xuya dike.
Deriyê sînor îro ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye girtin û nayê bikaranîn.
Qada Azadiyê
Yek ji qadên ku herî zêde navê wê di şerê Kobanê de derbas dibû Qada Azadiyê ye. Li vê qada ku li navenda bajar e û bi sembola bazê baskên xwe vekirine tê nasîn, çeteyên DAIŞ`ê bi dehan wesayît teqandin. Sê şervanên YPJ`ê jî li vir çalakiya fedayî lidar xist.
Niha li rex Qada Azadiyê Mala Şehîdan ku Apê Karker (Rifat Horoz) ê di komkujiya 25’ê Hezîrana 2015’an de şehîd bibû dest bi çêkirina wê kiribû heye. Di Mala Apê Karker de, tabloyên mezin ên wêneyên cangoriyan azadiyê hatin danîn. Li vê qada ku çarçexêreyek jî lê heye, şaredariyê riyên li hawirdorê tev de çêkirine.
Dibistana Reş
Ev dîmen di roja rizgarkirina dibistana Reş, ango di 1`ê Çileyê de hatine girtin. Dibistana Reş li rojhilatê bajar e. Çete beriya ji dibistanê vekişin, nîviyê avahiya wê mayîn kirin û teqandin. Şervanên azadiyê di roja serêsalê de, operesyona rizgarkirina vê dibistanê destpê kirin. Bi rizgarkirina dibistanê re serweriya şervanan li ser gelek taxên di bin dagirkeriya çeteyan de çêbû.
Niha di vê dibistanê de şagirtên asta navîn dixwînin û navê dibistanê wekî Dibistana Şehîd Dîcle ku li wê eniyê di pêngava beriya rizgarkirina dibistanê de şehîd bibû, hatiye guhertin.
Navbera Dibistana Rêfiyê û Basil
Dîmen di 5`ê çileyê de, roja rizgarkirina dibistana Rêfiyê (Dibistana Şehîd Azad) de hatin girtin. Di vê kolana ku dikeve aliyê bakur rojhilatê bajar de, şerên gelek dijwar qewimîn. Heta niha jî di kolanê de porê şervaneke YPJ`ê ku derdora wê hatiye camkirin, heye.
Niha li van herdu dibistanên ku navên wan wekî Dibistana Şehîd Azad û Dibistana Şehîd Serhed Girê Spî hatine guhertin, nifşên nû tên perwerdekirin. Li Dibistana Basil (Şehîd Serhed) derdora 670 şagirt û li ya Rêfiyê (Şehîd Azad) jî 868 xwendekar hene.
Avahiya Şaredariyê
Bermayiyên cihê şaredariyê û dîsa beşek ji qada berxwedanê ji nû ve hatiye çêkirin. Şarderî di nava çargoşeya ewlekariyê de bû. Li vê qadê qelek seyate hatin teqandin û bû sedem ku ev ruxandina mezin bibe. Wêne di 5`ê çileya 2015`an de hatiye kişandin. Ji ber ziyanên mezin ên di avahiyê de, bemahiyên wê hatin rakirin û niha cihê cihê wê vala maye.
Kolana Tilel
Dîmena ku herdu şervan li kolanê dimeşin di 5`ê çileyê de hatiye girtin. Meşek bi vî rengî heta demek dirêj di kolana Tilel de nepêkan bû. Ji ber ku sekvanên çeteyan li ser serwer bûn. Ev kolan yek ji navdartinîn kolanên Kobanê ye û weke nêvenda Sûkê tê nasîn. Li vir piranî cil û berg tên firotin.
Piştî du salan, careke din ev sûk zindî bûye. Her çiqaşî dawiya wê ya rojhilat hîna xirabe ye jî lê piraniya dikanan hatine sererastkirin.
Wêne di 1`ê çileyê de hatine girtin. Ev kolan li nêvenda bajar e, ew jî weke Tilel kolaneke sereke ya Sûkê ye. Çeteyên DAIŞ`ê di 5`ê cotmeha 2014’an de dema nû derbasî bajar bûn, xwe gihandin vê kolanê û şevekê tenê tê de man.
Bi derbasbûna du salan, careke din ev kolan veguherî yek ji kolanên herî qelebalix di nava bajar de. Hemû dikan hatin vekirin, lê di warê xizmetguzariyê de, hîna rê nehatiye sererastkirin. Ev yek jî di dîmen û wêneyê di 11`ê çileya 2017’an de hatin girtin xuya dibe.
Kolana Peymangeha Şemis
Ev wêneyê jî di 1`ê çileya 2016’an de hatiye derxistin, li rex peymangeha Şemis ku di nava bajar ye, serê kolanê heta qada berxwedanê diçe. Piştî şer, navê kolanê bû Dilgêş Muş ku fermandarê wê eniyê bû û li wan taxan jiyana xwe ji dest da.
Di wêneya dîtir de ku di 11`ê çileyê de hat girtin de diyar dibe ku beşek ji malan nû hatine avakirin, lê avahiya ruxandî ku di kuraniya wêneyê de derdikeve, veguherî muze yê.