Malbata Talib Rebî El-Beraqî û malbata Ewad Hemûd ji pêkhateyê Ereb ên bajaroka Til Koçer in. Ev 25 sal in nakokî di navbera wan derketiye û ew nakokî bû sedema ku ev herdu malbat ji hev qut bibin. Ew nakokî bû sedema ku kesek ji malbata El-Beraqî bê kuştin. Ji wê demê û heta niha ev herdu malbat ji hev qut bûne.
Komîteya Têkiliyên Doplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi armanca lihevanîna her du malbatan civîneke lidar xist. Di civînê de Hevserokên komîteya têkiliyên doplomasî ya TEV-DEM‘ê Ebdulselam Ehmed, Eyhan Mûrad û nûnerên komîteyên doplomasî yên Girkê Legê û rûspyên Kurd û Ereb beşdar bibûn.
Hevserokê Komîteya Doplomasî ya TEV-DEM‘ê Ebdulselam Ehmed di civînê de axivî û bal kişand ser girîngiya jiyana hevbeş û aştiya navxweyî ya di navbera hemû pêkhateyan de û bi taybet di wan rewşên heyî de.
Di civînê de herdu malbatên ku ev 25 salin ji hev qut bûne, hatin lihevanîn.
Herdu malbatan ji ber hewldanên TEV-DEMê’ê yên çareserkirina pirsgirêkan û belavkirina aşîtiyê, spasiya komîteyê kirin.
ANHA/GIRKÊ LEGÊ