Piştî 4 salan rêya sereke ya gundên Kakeyiyan li başûrê bajarokê Daqûqê ya Kerkûkê, pêr bi fermî hat vekirin.

Fermandarê Heşda Kakeyan li sînorê Daqûqê Umêd Hesen got sala 2014’an parastina van herêma di bin kontrola hêzên pêşmergeyan de bû û wiha peyivî:”Rêya sereke ya gundewarên başûrê Daqûqê hatin girtin. Em pir kêfxweş in ku ev rê ji aliyê fermandeya polîsên federal a Iraqê ve hat vekirin.

Rêya sereke ya gundewarên Kakeyiyan ji gundê Zenqirewan destpê dike heya Daqûqê hatibû girtin. Ev yek jî bû sedem ku çendîn welatiyên Kakeyiyan gundên xwe vale bikin û herêmê bicih bihêlin û penaberî cihên din bibin.”

Rêya sereke, gelek gundên Kakayiyan bi heve dide girêdan.

 

DAQÛQ / ROJNEWS