Cenazeyê endamê HPG’ê Mîkdat Orde (Harûn Delal) ku di 6’ê Tebaxê de şehîd bû, piştî 43 rojan radestî malbata wî hat kirin.
Harûn Delal ji gundê Mikuriyan ê navçeya Hênê ya Amedê ye û di 2013’an de tevli nav refên PKK’ê bûye, di 6’ê Tebaxa 2019’an de li Gevera Colemêrgê di şer de şehîd bû. Piştî hewldanan hemûyan malbatê cenazeyê wî piştî 43 rojan girt. Malbatê pêr cenaze ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê girt û birin gundê Mikuriyan.
Li gund piştî wecîbeyên dînî cenaze li Goristana Mikuriyan hat veşartin. Di dema veşartina cenaze de leşkeran dor li goristanê girtin.
Malbatê şîn li Mala Şînê ya Gund danî.
MA / AMED