Ji ber girtina Keşîş Sefer (Aho) Bîleçen, piştî 7 salan cara yekemîn li Dêra Mor Yakûb ayîn nehat kirin.
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, beriya çend rojan leşkeran bi ser gundê Xarabalê de girtibû û Keşîşê Dêra Mor Yakûpê Sefer (Aho) Bîleçen binçav kiribûn. Bîleçen, li dadgehê bi îddîaya ku “piştgiriya rêxistinê” girtin. Ji ber girtina Keşîş Bîleçen, ji sala 2013’an ku piştî restorasyonê hatibû vekirin heta niha cara yekemîn, rojeke yekşemê li Dêra Mor Yakûbê ayîn nehat kirin. Li gel operayona bi navê “Kapan-1” ku piştî girtina Bîleçen li herêmê hat destpêkêkirin û didome jî gundiyên suryanî yên Xalabalê, doh çûn Dêra Mor Yakûbê lê ji ber tunebûna Keşîş Bîleçen nikaribûn ayîna xwe bikin.
MA/MÊRDÎN