Piştî bi 14 salan, hilbijartinên meclîsa parêzgeha Kerkûkê wê pêk bên. Niha Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê, amadekariyên hilbijartina meclîsa bajarê Kerkûkê dike. Li gorî pisporan jî hilbijartinên meclîsa Kerkûkê wê rewşa bajêr asayî bike û wê ji bo rewşa Kurdan jî bibe çareseriyek.
Sala 2005’an hilbijartinên meclîsa bajarê Kerkûkê pêk hatibûn. Her wiha meclîsa bajarê Kerkûkê girêdayî Iraqê bû. Ji ber bûyerên 16’Cotmehê ku ev bi qasî 2 salan e ku meclîsa bajarê Kerkûkê bi ti awayî neciviyaye.
Komisyona giştî ya hilbijartinên Iraqê pêşniyaz kiriye ku di 16’ê Mijdara 2019’an de hilbijartina meclîsa parêzgeha Kerkûkê pêk were. Bi vê armancê Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê dest bi amadekariyên hilbijartinên meclîsa parêzgeha Kerkûkê kir.
Berdevkê Şaxa Kerkûkê yê komisyona bilind a serbixwe ya hilbijartinan, Ebdulbasit Semed got, “Me weke komisyon biryar daye ku em di 11’ê Mijdara 2019’an de hilbijartina meclîsa Kerkûkê bikin. Şaxê komisyonê hilbijartinê ya bajarê Kerkûkê dest bi amadekariyan kiriye û wê li tevahiya Kerkûk, navçe û bajarokên wê 43 navendên navqeydkirina dengan bên vekirin. Ew kesên cara yekem dengê xwe bi kar bînin jî, pêwîst e forma dengdanê bistînin.”
Ji parçebûna Kurdan re wê bibe derman
Hêmin Hesib yek ji pisporê hilbijartinan got, “Ev 14 sal in hilbijartina meclîsê tê bipaşvexistin. Nûkirina meclîs û endamên meclîsê karekî girîng û proseyeke demokrasiyê ye.”
Hêmin wiha pê de çû, “Piştî bûyerên 16’ê Cotmehê rewşa Kurdan li bajarê Kerkûkê di aliyê siyasî de aloz bû. Lê YNK û PDK jî ji bo vê rewşê çareser bikin, li hev nekirin. Ev hilbijartin wê ji bo Kerkûkê rewşek asayî bîne û wê ji parçebûna Kurdan re jî bibe çareseriyek.”
Ji bo hilbijartinên meclîsa bajarê Kerkûkê Eniya Ereb û Tirkmenan helwêsta xwe diyar kiribû ku pêwîst e hilbijartina meclîsê di dem û cihê xwe de bê kirin. Lê heta niha ti partiya Kurdan helwêstek nîşan ne daye. Lê berdevkê PDK’ê li ser malpera fermî ya partiya xwe hefteya bihurî daxuyaniyek belav kiribû û helwêsta xwe diyar kiribû, ‘PDK beşdarî hilbijartinê nabe, Kerkûk niha di qonaxeke dagirkeriyê de ye.’
Berpirsyarê odeya hilbijartinê ya malbenda 5 a Komelî Îslamî li bajarê kerkûkê Mihemed Celîl jî li ser heman mijarê got, “Em hêvî ji aliyê Kurdan yên li bajarê Kerkûkê dikin ku ne bi pêşbaziyeke siyasî, em bi yek listeyê beşdarî hilbijartina meclîsê bibin. Ez di wê baweriyê de me ku aliyê Kurdan wê li Kerkûkê bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinan bibin. Heger PDK beşdarî hilbijartinê nebe jî, pêwîst e piştgiriya lîsteya Kurdan bike.”
Li gorî agahiyê bi dest ketî, YNK amadekariyên xwe dikin ku bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinê bibe. Yek ji partiyên dengê wê li Kerkûkê zêdene YNK ye. YNK bi aliyên din yên Kurdî re beşdarî hilbijartinê nabe wê bi tena serê xwe beşdarî hilbijartina meclîsa bajarê Kerkûkê bibe.
ROJNEWS / KERKÛK