Ugur Kaymaz ê 12 salî, dema ji bo bavê xwe verê bike derket ber deriyê malê 13 gule li bedena wî ketibûn. Piştî bûyera di 21’ê Mijdara 2004’an de pêk hat heta niha tu kenîn û bişirîn li ruyê malbatê peyda nebûye. Di doza der barê 4 polîsan hat dayîn de, polîs rastî hukmê “di nav sînorê parastina rewa de tevgeriyane” hatin. Makbule Kaymaz a tevî 3 zarokên xwe bi tenê ma, ji bo debara malbata xwe bike li şaredariyê dest bi kar kiribû, lê di 23’yê Mijdara 2016’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de ji karê xwe bû. 
Makbule Kaymaz a bi rêya parêzerê xwe ji bo dubare vegere karê xwe serî li riyê huqûqî dan, niha betal e û nikare debara zarokên xwe bike. Kaymaz diyar kir ku, berê jiyana wan xweş bû û wiha got: “Ugur û Ahmet sax bûn. Hevjînê min dixebitî, zarokên min diçûn dibistanê, min jî li malê karên rojane dikir. Em li gel hev bûn, xweş bû.  Zarokê 12 salî li ber deriya mala wî kuştin, çek danîn ber serê wî û jê re gotin terorîst.” 
Kaymaz got, ji bo ew li zarokên xwe yên bi navê Habip, Ali û Emine binihêre li şaredariyê dest bi kar kiriye û wiha domand: “3 zarokên min hebûn; heke nexebitiyama min nikaribûna debara wan bikirana. Ji xwe zarokên min dixwendin, ji bo wê ez dixebitîm. Paşê em ji kar derxistin, mexdûr bûn. Jiyana me zaf xerab bû.” 



Serî li riyên hiqûqî da

Kaymaz anî ziman ku, piştî ew betal maye kesekî/e ku debara malbatê bike tune ye û diyar kir ku, ew bêyî hincet ji kar hatiye derxistin û ji bo vegere ser karê xwe, ew ê têkoşîna huqûqî bide. 
Kaymaz da zanîn ku, wê li cihekê cuda jî kar nedîtiye, niha ew bi alîkariyên ku ji derveyî welat tên debara xwe dike û dest nîşan kir ku, ji ber krîza aborî buhayê her tiştî jî zêde bûye û ji ber vê ew rastî zor û zehmetiyan tên.


DÎHABER / MÊRDÎN