Li Nisêbîna Mêrdîne di 17’ê mijdarê de 3 welatiyên ji Rojava yê bi eslê xwe ereb Amîr Ehmed Abdullah û birayê wî Yasir Ehmed Abdullah û yê bi eslê xwe Kurd Mihemed Zahîr Amîr dema ku xwestin ji gundê Hîmo ya Qamişloyê derbasî Nisêbînê bibin ji aliyê tîmên taybet ên tirk ve hatin qetilkirin. Li hemberî înfazê her ku diçe bertekê gel zêde dibin. Xizmê birayên Abdullah yê ku li Nisêbînê rûdine Fahrettîn Akdenîz yê 58 salî tiştên ku wê rojê hatin jiyîn vegot. Akdenîz anî ziman ku 3 meh berê ciwanê Rojava yê ku jiyana xwe ji dest da ji bo ku debara malbata xwe bike hatibûn Nisêbînê û Yasir Ehmed li rawestgeha nava bajar ya Girnavasê rojê bi 20 TL di kebabpêj de dixebitî, Amîr jî li otogarê di xwaringeha de rojê bi 15 TL dixebitî û wiha got: “Rewşa wan a aborî gelek xirab bû. Çavê bavê wan nabîne û di şertên gelek zehmet de dijiyan. 7 bira ne. Dayika wan jî mehek berê hatibû Nisêbînê 15 rojan li vir ma û neçarma ku dîsa vegere Qamişloyê.”

Akdenîz anî ziman ku dema dayika wan çû birayên wan Abdullah hemû pereyên ku qezenc kiribûn dan dayika xwe û wiha pêde çû: “Bavê wan êdî nikaribû pêdivîyê xwe pêk bîne. Ji ber wê pêwîst bû dayika wan biçe. Dayika wan ji deriyê Dirbesiyê re derbasî Qamişloyê bû. Dema dayika wan çû bê pere man. Xwediyê xwaringehê Amîr ji kar derxist. Dema sibê radibû di bêrika wî de perê nanekî jî tunebû ji birayê xwe Yasir perê nan dixwest û diçû ji xwere nan disitand. Piştre ji birayê xwe re em ê got em ê biçin malbata xwe bibînin. Bi şev saet di 23.00’an de li malê derdikevin.”

Îşkence û înfaz

Akdenîz diyar kir ku bi birayê Abdullah re 7 kesî hewldayê ku sînoran derbas bikin di dema bûyerê de 4 kes li wesayita rawestiyayê siwar bûn û reviyan e û wiha got: “Lê bi tevî biraziyê wî 3 kes ji aliyê tîmên taybet ve hatine girtin. Tîmên taybet 3 kesên ku li wir digirin îşkenceyê li wan dikin û piştre wan dikujin. Rojek şûn ve hevsera Amîr saet di 10.00’an de hat û diyar kir ku Amîr û birayê wî Yasir bi şev saet di 23.00’an de ji malê derketine û carek din venegeriyane. Min jî got ‘mereq neke tişt nabe kesên ku diçi wir û tên tişt bi wan nabin, qereqolê ew girtine dê werin mal.” Me rewş girîng negirt.”

Polîs destûr neda  

Akdenîz aşkera kir ku haeta şevê sekinîne dema dengek ji wan nehatiyê çûne qereqolê, kesên ku li qereqolê ji wan re gotine ‘li gel me kes tune’ û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me xwest em serî li Dozgeriya Komarê ya Nisêbînê bidin lê polîsan destûr neda me em derbasî dozgeriyê bibin. Me rewş ji wan re got belgeya alîkariya civakî ya zarokan nişanî wan da û piştre destur da ku ez hevdîtinê bi dozger re bikim. Dozger ji min re got saet di 14.00’an de were gel min ez ê ji tere bêjim. Ez çûm wir ji mere bûyer vegot û got ‘cenaze li Meletiyeyê ye. Ger hûn diçin biçin ger hûn naçin dê cenazeyan li wir defin bikin.’ Dozger pasaporta birayan ji min xwest, min got pasaporta wan tune, bes bi tenê pasaporta dayika wan heye wî jî ji min re got ji bo girtina cenazeyan divê dayika wan bê Nisêbînê.”

Cenaze hatine parçekirin  

Akdenîz diyar kir ku cenaze ji Meletiyeyê dema girtine û ew anîne Nisêbînê cenazeyan li deriyê Dirbesiyê re şandine Qamişloyê û wiha dawî li axaftina xwe anî:  “Dema ku dayika wan li Meletiyeyê cenaze teşîs kir qeyran derbas kir. Dema cenaze dîtin xalê wî li min geriya û ji min pirs kir, ‘ev mirova çawa hatine kuştin? Çav û lebatên laşê wan hatine derxistin û hinek parçeyên laşê wan jî jê hildan e. Cenaze hatine parçekirin. Em vê zilmê qebul nakin. Dema hiqûqa navxweyî xilas bibe em ê vê mijarê bibin DMME’ê.”

MÊRDÎN