Dadgeha Destûra Bingehîna dewleta Tirk (AYM), piştî mirina girtiyê nexweş Celal Şeker bi 9 mehan, miracaeta ji bo wî nirxand û biryara berdana wî red kir.
Di 3’yê Sibata 2018’an de, li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtiyê nexweş Celal Şeker jiyana xwe ji dest dabû. Beriya jiyana xwe ji dest bide, parêzerên wî ji bo berdana wî miracaetî AYM´ê kiribû. Lê belê dadgehê piştî mirina Şeker 9 meh bi şûn ve miracaet nirxand û ji bo daxwaza berdana Şeker got, “Ji ber ku miracaet xwe naspêre delîleke eşkere, berdana wî ne mimkun e.” Her wiha dadgehê lêçûnên dadgehkirinê jî li malbata Şeker bar kirin.
Parêzer Abdullah Zeytûn, ji ber muwekîlê wî Şeker nexweş bû û rewşa wî giran bû, xwestibû cezayê wî bê taloqkirin. Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê rapora ji sedî 96 astengdar e da Şeker û di raporê de hat diyarkirin ku rewşa wî giran e.
AMED