Wezîrê karê hundir yê dewleta dagirker ya Tirk, silêman Soylu digot, "hûnê di biharê de navê PKKê nebihîzin" û dixwest bibêjê, mîna mîrasên hikûmetên çûyî ser sergoya dîrokê, wê dawî bi tevgera azadî bînîn; lê ewên ku slogana “em ê koka PKK´ê biqelînin” derketin meydanê, bi xwe dawî bi wan hat. Ev nûnerê hikûmete û wezîrêkî dagirker yê Tirk e û asayî ye bi xeyalên wisa bijî, jixwe saziyek nehiştine ku jê agahî û şîroveyên rast werin girtin û wan bi xwe serî xwe xistiye nava belayekê ku mîna meseleya namûsê jê venagerin. Yên rastî bibêjê yan cihê wî zindan e, yan divê ji welat derkeve yan jî serî bitewîne lê yên rastiya tevgera azadî gelê Kurdistanê nas nakin wê bêgûman bi tabloya 8 û 21´ê Adarê ango bi pîrozbahiyên cejna jinan ya cîhanê û cejna Newrozê matmayî bimîne, bizane ku ji wan zêdetir jî ji vê zilm û deshiltdara faşîst re gotin, “Na”, ev 2 tablo cewhera heqîqeta PKK´ê û wê îradeyê ne ku Ocalan di nava vê civakê de çandiye û koka wê her roj xwe berdaye.
Civakê bi taybet jî jinan mîna ku li ti demên din ê berê nehatiye dîtin, enêrjiya xwe ya salekê ji ber zilma faşîzma Erdogan di hundirê xwe hiştî, herikandin meydanan, weke lehiyekê ku li ti astengî nelikume. Pê jî bûne bersiv ne ji bo vê zihniyeta faşîst, lê ji bo wan kesên digotin, “HDP û PKK ketine halekî li bakur nikarin sed kesî li kolanan bicivînin”.
Bi baweriya min bersiva gel li meydanên Newrozê, ji bo Erdogan zêdetir, sîleyeke bihêz bû li rûyê van kesên ku hîna jî li ser hevkarî, firset, lawazbûn û parçebûna tevgera azadiyê dixwazin siyasetê bikin. Heman zihniyeta ku bû amûrê dagirkeran, rojane êrişî nirxên civakê li Rojava û Şengalê dike û bi hesret jî benda Newrozê bû ku meydanan vala bibîne û wê şîroveyên xwe jî li ser vê amadekirbûn; lê piştî Newrozê deng ji wan dernakeve. Mirov eger zereyek heysiyet û keramet pê re mabe dibêjê, “ev îradeya gel e”; ne ku mîna makîneya propagandaya Erdogan rabin, vê jî bikin lutf û erêniye vê zihniyeta faşîst. Lê ew baş dizanin ku ev îradeya gel wê sîleyeke bihêztir li rûyê Erdogan û hevkarên wî bixe.
Coşa Newrozê bi dawî nebûye û bi dawî jî nabe heta ku ev zihniyeta faşîst hebe, yên dibêjin valatiya siyasetê heye bila li meydanên Newrozê çend carên din binihêrin û fêrî siyasetê bibin. Bila li dîmenê fermandar Egîd-Masûm Korkimaz û Egîdê gelê xwe Fermandar Çiyager baş meyze bikin. Gel wisa xwedî li qehreman û mîrasa xwe derdikeve. Coşa Newrozê bi dawî nabe, ji ber ku coşa xwe ji berxwedanên Sûr, Cizîr û Nisêbînê, û deverên din yên Kurdistanê digire. Herkes nikare hevgirtina vê hêza dînamîk ya civak û tevgera azadiyê fêm bike, nexasim yên mîna belengaz û parsekan li ber deriyê talanciyên petrol û tecawizkaran çokên xwe danîne û li benda merhameta Erdogan in.
Dem ew dem e ku vê coşa Newrozê verguherînin sazîbûnê, ji siloganan zêdetir veguherînin asteke din ya têkoşînê. Gel eşkere û bê tirs got, “Na” ev ne tenê ji bo Referandûmê ye, lê “Na” ya civakê ye ji zihniyet û saziyên wan re ye. Ev enêrjiya civakê divê bi lez û li ser bingeha tevlîkirina wan ya raste rast ya nav xweavakirinê were kanalîzekirin, ji bo vê jî tenê pêdivî bi pêşengiya fedakarên bi rihê Çiyager heye, çawa di dil û mejiyê xwe de bi serketinê bawerî anî û got, “çi dibe bila bibe, dawî wê bi heybet be”. Ev dawiya bi heybet tenê girêdayî rojekê nîne, her roj, her kêlî û li herderê bi vî rihê avakirinê yê civakê divê esas were girtin. Qehremanên mezin tenê dengê guleya xwe nabihîzin, tenê hêza peyva xwe nabînin, lê bandora wê di kêlî û siberojê de li ser civakê dibînin, lewma fedakarane û bi xwe bawer gavên xwe diavêjin. Gelê Kurdistanê di Newrozê de bû hêza pêkanîna rihê fedakar û avêtina gavên wêdetir ên mîna Fermandar Çiyager ku bê dudilî, fedakarî, mîna Memed Tûnc, Sêvê Demîr, Fatima û Pakîze pêşengiya civakê ji bo biserxistina pêvajoya erka herî girîng û dîrokî pêk anîn.