Piştî ku pêr şandek a PDK’ê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî li ser mijara serokkomartiya Iraqê çû Bexda û Necefê, bi heman armancê şandeke YNK’ê jî serdana Bexdayê kir.

Li gorî ajansa fermî ya YNK’ê PUK-Media, şandeka YNK’ê bi tevlîbûna Dr. Berhem Salih ku namzetê serokkomariya Iraqê ye, doh çû serdana Bexdayê.

Armanca serdana şanda YNK’ê ji bo Bexdayê, ji bo bidestxistina piştgiriya aliyên Iraqê li ser serokkomartiya Iraqê ye.

YNK serokkomartiyê mafê xwe dibine. PDK’ê jî Fûad Hisên weke namzetê xwe nîşan daye û diyar dike ku serokkomartî ne tenê mafê YNK’ê ye.

Şanda YNK’ê ji Berhem Salih, Bafel Talebanî, Lahor Şêx Cengî, Firyad Rewandizî, Derbaz Kosret Resûl pêk tê.

 

BEXDA