Fîlmê “Şevên Zayenderud” berî şoreşa Îranê li ser têkiliya antropologekî û keça wî ye, li ser jiyana wan û guherînê ye. Lê nahêlin fîlm li festîvalê bê nîşandayîn, tê sansurkirin, beşên jê derdixin der dixin, beşên din jî nahêlin gel lê temaşe bike. Û nahêlin kopyayek din a fîlm jî bê nîşandayîn. Ji wê rojê heta niha ew fîlm di arşîvan komîteya sansurê ya Îranê de hatibû parastin lê di destpêka îsal de negatîfên orjînal ên fîlm ji vê arşîvê têne dizîn û ew digihên ber destên derhêner Mexmelbaf. Derhêner wan ji nû ve tamîr dike.


37 deqiqe sansurkirin

Di dawiyê de ji fîlmê 100 deqîqeyî bi versiyona hatiye jêbirin fîlmek 63 deqîqeyî di dest de dimîne. Beşên windabûyî qet naxuyin û li gor gotinan hêviya dîtina wan jî nîn e. Niha ev fîlmê 63 deqîqeyî di çarçoveya Festîvala Fîlman a Venedîkê de di beşa “Klasîkên Venedîkê” de dê bê nîşandayîn.


Çîrok jî, wate jî winda nebûye

Mexmelbaf li ser fîlm wisa gotiye; “Fîlm wekî tiştek beşên wê nîn bin e lê hê nefes digire û çîrok jî, wate jî winda nebûye. Ji negatîfan û ji dengan tiştên mabûn ez li Londonê li ser xebitîm û min karî vê xilas bikim.”

Muhsîn Mexmelbaf ku di nav sînemaya Îranê de xwedî cihekî gelek taybet e heta niha gelek fîlm kişandine. Di sala 1998’an de bi fîlmê “Sikût” li Festîvala Berlînê ji bo Xelata Hirça Zêrîn berendam hat nîşandayîn lê bi ser neket. Mexmelbaf di sala 2014’an de bi fîlmê “Serok” beşdarî Festîvala Fîlman a Venedîkê bû. Niha fîlmê wî yê sansurkirî dê li festîvalê be.

Festîvala Fîlman a Venedîkê îsal di navbera 31’ê gelawêjê û 10’ê rezberê de wê 73’yemîn car li dar bikeve. 


 VENEDÎK