Li Qoserê, piştî çûyîna qeyûm cara ewil şanoyeke Kurdî hat lîstin. Midûriyeta Karê Çand û Civakî ya girêdayî Şaredariya Qoser a Mêrdînê, şanoya Kurdî “Wê Hesab Neyê Dayîn” anî Qoserê.  Lîstikvanên Şanoya Bajarê Amedê lîstika “Wê hesab Neyê Dayîn” a ji aliyê Darîa Fo ve di sala 1974’an de hat nivîsandin û derhêneriya wê Ruknettîn Gun kir, pêşkêş kir. Şano li Navenda Jinan a Nûda hat pêşandan û gelek kesan lê temaşe kir. Piştî vê gavavêtinê, doh dîsa bi piştgiriya Şarêdariya Qoserê  lîstîka Xwazgînî li Navenda Jinan a Nûda hat pêşandan.

 

 MÊRDÎN