Bajarê Helebê yê ku ji ber şer wergeriyaya wêraneyê bi cihên xwe yên dîrokî navdar bû.  Camiya Bilind, Sûka Sarafan, Sûka Kevin hin ji cihê dîrokî yên Helebê bûn ku bala turîstan jî dikişandin. Le belê bi şerê ku li Sûriyeyê dest pê kir re Heleb a duyemîn bajarê mezin ê Sûriyeyê û yek ji navendên girîng ê aboriyê, bû qada şerê rejîm û komên çeteyan. Bi vî şerî dijwar re dikare bê gotin ku kevir li ser kevin nema. 

Hezaran avahî rûxiyan

Li gro Neteweyên Yekbûyî ji ber şer 35 hezar 722 avahiyan zirar dît. Her wiha 4 hezar 773 avahî jî bi tevahî rûxiyan. Bêgûman di nava cihên ku zirareke mezin ji şer dîtin avahî û herêmên dîrokî bûn. Dema wêneyên Camiya Bilind a Helebê wêneyê di Cotmeh a 2010’an de hatiye kişandin û yê Kanun a 2016’an mirov dide ber hev rewşa sosret ya li Helebê û pêve girêdayî ya tevahiya Sûriyeyê mirov dikare bibîne. 


 HELEB