Hêzên rêveberiya Şamê bajarokê Seraqibê kirin kontrola xwe û bi qasî panzdeh kilometreyan nêzî navenda Idlibê ne.
Ajansa Nûçeyan SANA ya fermî ya Sûriyeyê ye, ragihand ku hêzên rejîma Sûrî piştî şerekî mezin ketine bajarokê Seraqîb ê girêdayî Idlibê.
Bi ketina Seraqibê re hejmara nuqteyên çavdêriyê û leşkerî yên dewleta Tirk ên dorpêçkirî bû 9. Alozî û rageşiya navbera garantorên Soçî jî mezin dibe. Lavrov got, “Li herêma Idlibê ya ku Tirkiye jê berpirsyar e hîn jî terorîst serdest in.”
Seraqib li ser otobanên Heleb Lazqiye (M4) û Heleb Şamê (M5) ye. Nuqteyên leşkerî yên ku dewleta Tirk li dora Seraqibê danî bi kêr nehatin û bajarok kete destê hêzên rejîmê.
Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsya û Îranê ji meha Kanûnê ve operasyona “Berbanga Idlibê” dimeşîne. Piştî ku Seraqib ket, hêzên Sûriyeyê bi 15 kîlometreyan nêzî navenda bajarê Idlibê bûn.
Ji ber operasyona Idlibê rageşiya navbera ‘garantorên Astana û Soçî’ (Rûsya, dewleta Tirk û Îran) mezin dibe. Piştî ku DYE’yê ragihand ku ew piştgiriyê didin dewleta Tirk, rêveberiya Erdogan zimanê xwe yê li dijî Rûsyayê tund kir.
Dewleta Tirk heta radeyekê bi daxuyaniyan Rûsyayê sûcdar dike. Rûsya jî diyar dike ku dewleta Tirk piştgiriyê dide terorîzmê.
HELEB