SELWA EBDULREHMAN / ŞÎLAN MIHEMED / ANHA / MINBIC
Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê, Cemal Ebû Cûma der barê rewşa dawî a Babê de peyivî. Ebû Cûma diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê “Mertala Firatê” ji roja ragihandina têkçûna DAIŞ’ê ve êrişên xwe yên li ser gundên Babê yên rizgarkirî zêde kirine û got, “Tirkiyê bi van kiryaran dixwaze şaneyên veşartî yên DAIŞ û çeteyên xwe li herêmên rizgarkirî aktîv bike. Pirraniya sûcên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên, bi destê şaneyên veşartî yên Tirkiyê çêdibin û DAIŞ wan digire ser xwe. Sûcê herî dawî hedefkirina benda kontrolê ya Hêzên Erka Xweparastinê li Minbicê bû. Çeteyên girêdayî Tirkiyê ev êriş kiribûn.“
Em ê herêmên xwe biparêzin
Cemal Ebû Cûma bal kişand ser sedema hedefkirina gundên rizgarkirî yên Babê û got, ”Em weke Meclisa Leşkerî ya Babê amade ne ku herêma xwe ji çeteyên Mertala Firatê û dagirkeriya Tirkiyeyê xilas bikin.”
Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Babê Cemal Ebû Cûma soz da şêniyên herêmên dagirkirî ku ew amade ne herêmên wan ji çete û dagirkeran rizgar bikin û got; “Em ê berxwedana xwe heta tevahiya herêmê ji zilmê rizgar bikin, dewam bikin.”