Peyva “pîvan” ne tenê lêker e, hilanîn, danîn, nirxandin û tevgerekê ye jî, her wiha têgîneke gelek girîng û wezna li ber çavan raxistina rastiyên civakî ye. Ji bo derxistina rastiya kes û tiştan alaveke nirxandinê ya herî girîng e. Mirov dirêjahiyê bi mêtroyê, giraniyê bi kîloyê, tiştê ron bi lîtreyê, germahiyê bi termometrê, dewisîn û pestoyê bi baromêtrê, başî û xirabiyê jî li gor nirxên civakî dipîve. Dê mijara vê nivisê pîvana civakî be.

Gelên bi salan e ku xwedanê pergalên siyasî û dewletê ne, li gor xwe ji bo her tiştî hin pîvan dane rûniştin. Dema kes, tişt, kirin, rûdan, yan jî diyardeyekê tê nirxandin li gor wê pîvana pergalê tê şirovekirin û darezandin. Lê gelên wekî me ji pîvanên yekgirtî bêpar in.   

Wekî mînak; li gor civaka me pîvana îxanetê çi ye? Kîjan tevger û têkilî dikane di nava mijara îxanetê de were nirxandin? Mixabin ku ne zelal e. Kes hene, di dozgeriyê de giliyê tevgerekî dikin, partiyeke tenê kujêrê Kurdan e bi dostî zîyaret dikin, dibin endamê partiyên dagirkeran û êrişê nirxên Kurdan dikin, kar û barê wan ajaniya bandorî ye û her wisa. Mixabin ku li hember vê rewşê pîvaneke giştî tune. Nîvê Kurdan ji vê tîpolojiyê re xayîn dibêjin, beşek kesayetiyên wiha wek welatparêz /Kurdewar nîşan didin û beşek jî tenê bêdeng dimînin.

Pîvana Kurdewariyê çi ye? Kê norm, yan jî şiroveya wê ya bingehîn li ber çavan raxistiye? Ku raxistî be, pîvana wê çi ye? Ma çarçoveya Kurdewarî hatiye şirovekirin? Di pîvana Tevgera Azadî de kes û saziyên li gor tekoşîna tê meşandin tevdigerin, bi qasî hêza xwe alîkarî dikin, kes û saziyên Kurdewar in. Hin derûdorên bê çend gotin û nivisên reşkirina tekoşîna ti tiştekê ji bo Kurdistanê nedane jî ji her kes û tiştên dijberê Tevgera Azadiye ne re Kurdewar dibêjin. Mixabin ku yên qirawet û tizbiya AKPê jî Kurdewar dibînin hene.

Lo gor me pîvana rewşenbiriyê çi ye? Bi her awayî di xizmeta netewe û welatê xwe de bûyîn e? Çend dîplomeyên zanîngehan bi destxistin e? Tenê bi Kurdî nivisandin û xwendine? Di mala xwe de wekî axayan rûniştin û nivisên li ser reşkirina aliyekê tomarkirine? Bi zimanê dagirkeran nivisîn ê? Ji bo dilê dagirkeran xweşkirinê di medya dagirkeran de dijbangaşiya tevgereke Kurd kirine? Gotinên ji xwe û rastiya xwe mestir li hawîrdor reşandine, yan di facebook û medya dîgîtal de nivisandin û wêneyê xwe teşhîr kirine? Hezar heyf ku her derûdor li gor xwe dinirxîne.

Pîvana serxwebûnê çi ye? Pergala wê çi dibe bila bibe, bes navekî me jî hebe? Ango hima bila dewletekê me hebe, qe jî dîkdatorî be? Yan pîvana me dewleteke bi azadî, mafên mirovî û normên demokrasiyê dagirtî ye? Piranî di vê mijarê de jî ne zelal in, Tenê bi halanê ha bû, aha îja bû, de îlan ke! Hin derdor jî hene, bes ew bikanin bi wê boneyê nefreta verişin ser hêzeke Kurdistanî, behsa serxwebûnê dikin. 

Pîvana bêlayaniyê çi ye? Bi heman durahiyê nêzîkê hêzên Kurdistanî bûyîn e? Yan bi heman mesefeyê xwe nêzîkê sazî û partiyên dagirker û yên Kurdistanî kirine? Mînak camêr henin bi boneya bêlayanî dernakevin Sterk TV, lê her çendî saziyeke dagirkerane jî, mîna ku biçin mala bavên xwe bi def û zurne derdikevin TRT6. Bi serbilindiya bêlayanî ji bo xizmeta dagirkeran di TRT6ê de dixebitin. Gelo ti filistînî bi navê bêlayanî derdikeve televizyonên îsraîlî, yan jî di wan televizyonan de dixebite? Mixabin ku wek netew pîvanên me yên nirxandina hin rewş, rewestan, têgîn û naveroka wan têgînan di ti warê jiyanê de nîne. Wekî Soran dibêjin, bidaxewe, hin derûdoran pîvaneke wisa bêbextê ku tenê di xizmeta dagirkeran de ye derxistine pêş, ew jî dijberiya Tevgera Azadîyê ye. Ev rewş jî mixabin ku malxirabî, xwe xapandin û bi formeke ne rasterast jî be di xizmeta dijmin de ye. Ji bo ku pîvanên netewî werin danî; pêdivî bi şoreşa normên netewî, hişmendî, çandî û rawiştî heye.