Ev çendeke pirsa “Gelo muzîka Kurdî di nav krîzekî de ye?” berbelav e, û di wî warî de hin nirxandinên erênî û neyînî tên kirin. Carnan rexneyên qerase jî li gel bêyî berhem û kesên heyî bilêv bikin, li muzîka Kurdî tê girtin. Me xwest li gel vê pirsa hanê, hin pirsgirêkên sereke yên muzîka Kurdî û hin pirsên xwe ji muzîkjenên Kurd ên ciwan bipirsin. Yek ji wan muzîkjenan Ozan Irmak e ku bi şêwaza rockê bi albûma; “Ji Sorî” reng û dengê xwe da der. Mirov di albûma Irmak de tehma wêjeya Kurdî jî digire, ne tenê kirasê Kurdî li muzîka xwe kiriye, giyana albûmê jî meriv dikare bêje Kurdî ye. 

Ji xwe Ozan Irmak bi xwe rexne li wê yekê digire û dibêje ku berfirehiya û estetîka zimanê Kurdî di muzîka nûjen de mixabin ewqas dernakeve holê. Ozan Irmak têkildarî mijarê de pirsên me berisvandin:


Ji alî hin kesan ve nirxandinên mîna; “Muzîka Kurdî di krîzê de ye” tên kirin. Gelo krîzeke ku wekî tê behskirin heye? 

Belê, muzîka Kurdî nê krîz be jî di tengasiyek de ye. Mere dikare di vê mijarê de li hin aliyan binêre. Aliyekî wê ziman e; zimanê me bi salan hatiye înkarkirin û talankirin. Ev înkar û talan hê jî didome. Her wiha hunera me jî di ber de tê talankirin û jihevxistin. Hewcedariya em qala çi hatiye serê ziman û hunera me bikin di vir de tuneye ji ber ku êdî tê zanîn. Weke asîmîlasyonê êdî xweasîmîlasyon jî bûye pirsgirêkeke mezin. Di şikenandina vê xweasîmelekirinê de hunermend û her wiha muzîkjenên Kurd peywirdar in. Lê mixabin ev hîn ji aliyê hin muzîkjenan ve nehatiye çareserkirin. Di muzîkê de bikaranîna zimên, kûrahiya gotinan û vegotin ewqas nepêşketi ye. Weke ku me zimanê xwe tewl kiriye û ew ziman tenê di qadekê de tevdigere. Berfirehî û estetîka zimanê Kurdî di muzîka nûjen de mixabin ewqas dernakeve holê. Bi min jî ev bindestiya binhişînî ye. Ger em li zimanê xwe xwedî dernekevin em nikarin guhê ti serdestan qul bikin.  

Di tengasiya muzîka Kurdî de alîkî dinê jî hilberîn e. Di dîroka muzîka cîhanê de muzîk qonax bi qonax hatiyê guhertin. Ev guhertin bi civakê, bi xwestekên mirovan û bi dewlemendbûyîna hunerên din ve meşiya ye. Di muzîka Kurdî de ev guhertin çeloxwarî çêdibe. Ji ber ku hilberînên serbixwe hindik in. Hin hunermend di vê bûyerê de xwe pirr naêşînin. Belê bê civak huner nabe lê pîvan jî ne tenê civak e. Li ser hunerê, civak kêm tê dîtin. Qaşo yekî zane li ser şanoya Hamlet a Kurdî gotibû : ‘Kurd û Shakespeare? Tew!’  Shakespeare mîraseke gerdûnî ye qey bila Kurd jê fêde neke? Ev lênerîn ger li ser hunerê bê nikaşkirin. Hilberîna muzîka Kurdî jî di heman tengasiyê de ye. 

Mijara dawîn jî rexnekirina hunerê ye. Di navbera hilberîn û rexnekirinê de pîvanek tune be estetîk ji holê radibe. Rexnekirin di wêjêya Kurdî de gav bi gav pêşdikeve lê di muzîka Kurdî de hê jî nehatiye afirandin. Ev pîvan bê afirandin wê ji muzîkê re jî rê veke ez bawerim. Lê ez hêvîdarim ku ev pirsgîrêk di pêşêrojê de wê çareser bibin. 


Muzîka Kurdî çiqasî ji muzîkên cihêreng ên cîhanê haydar e, çiqas wan dişopоne?

Sînorên muzîkê tune ye û bi rastî jî ti nejedê muzîkê jî tune ye. Platforma muzîka cîhanê berfireh e. Mere dikare vê bibeje; muzîka Kurdî li vê qadê çiqasî cîh girtiye? Heger armanca me di vê qada mezin de bilindkirina muzîka Kurdî be pêwiste muzîka cîhanê jî bişopîne. Ev hişîneke ye lê muzîka Kurdî weke di hundirê qalikên xwe de mayî an jî hêdî hêdî xwe vedike. Di vê çarçoveyê de ‘dîroka muzîkê’ kirûyeke girîng e. Muzîkên cihêreng vê dîrokê baş dixwînîn û xwendin. Bi min berî şopandinê mere ewil li dîroka muzîkê binêre. Lênerîna muzîka Kurdî  hew tenê –wek ev serdestan jî li ser alî muzîka Kurdî dibêje - ‘etnîk’ be wê wisa etnîk jî bimîne, na bergeha wê çavkanî û dînamîkên hundirîn û dîrokî be wê pêşkeve. Ev pewîste ku muzîka Kurdî, “dîroka muzîka ya cîhanê” ger baş bixwîne. 


Muzîka Kurdî êdî dikare hunermendên xwe xweyî bike?

Muzîka Kurdî dijî bişaftinê, pirsgirêkên siyasî û bi înkarkirinê li berxwe dide. Li ser xweyîkirinê  muzîk, muzîkjên û vê taliyê jî guhdar peywirdar in. Çêkirina muzîka Kurdî di vê rewşê de çalakiyeke girîng e. Em him hunerê çêdikin him jî dijî van tiştan li berxwe didin, helbet ev ne tiştek hêsan e. Me qala pirsgirêkên muzîka Kurdî ya hundirîn kir, ev jî  pirsgirêkên derveyîn in. Hunera Kurdî jî qadek tekoşîne ye. 


Têkiliya muzîkjen û edebiyata Kurdî çi ye û peywendiya cenabê te çiqas heye?

Helbet cureyên hunerê dikevin bin bandora hev. Dema ji aliyê teorik ve lê binerin hemû huner ji çavkaniyekê dide der. Edebiyata Kurdî di hunera Kurdî de kevintirîn huner e. Helbet muzîka Kurdî jî hêza xwe ji vê stendiye. Di navbera çanda dengbêjiyê û edebiyata Kurdî de tekîliyek xurt heye. Muzîka Kurdî jî ji vê astê dest pê dike. Lê li Bakurê Kurdistanê li gorî heremên din; ji ber sedemên siyasî, edebiyat dereng destpêkiriye (Piştî salan 90´an). Ji ber vê yekê li Bakur  muzîk û edebiyat dereng gihîştiye hev. Di van salên dawî de edebiyata Kurdî li Bakurê Kurdistanê gelekî dewlemend bûye. Tekîliya min jî bi edebiyatê re gelek xurt e. Jixwe strana min a bi navê ‘Pakrewan’ helbesta Rênas Jiyan e. Pêwiste curêyên hunera Kurdî, piştgiriyê bidin hev. Di vê mijarê de muzîkjen nikare bala xwe ji edebiyata Kurdî bikşîne û di heman demê de wêjekar jî bal bide muzîka Kurdî û bi awayên xwe ji bo pêşketinê rexne bike.


Bi we tekiliya muzîka Kurdî û civaknasiya gelê Kurd çi ye ? 

Di nav civaknasî û hunerê de tekîliyeke rasterast heye. Di dîroka muzîka cîhanê de ev baş tê dîtin. Muzîk û civak di heman mîzanê de ne. Ji bo jiyana me ’Berxwedan Jiyan e’ ji ber ku Kurd her tim di nav şer de ne û li ber xwe dane. Helbet muzîka Kurdî jî bi salan bi şewazekî epîk-trajîk domiyaye. Çimkî muzîkjên jî ji nav wê civakê derketine ango weke civak ew jî êşiyane. Ev sedemek derûnî ye. Lê asêyî ev e ku di nav vê derûniyê de estetîk çawa derdikeve holê an na, estetîk ji holê rabûye gelo? Bi min niha di muzîka Kurdî de derûniya vê civaknasiya Kurdan ji estetîka muzîka Kurdî girantir e. Ji xwe pirsgirêk ji vir dest pê dike. Di muzîka Kurdî de bi min ‘êş’ a civakê divê bê estetîzekirin, bi hêza hunerê helbet. Weke min gotibû divê muzîka Kurdî ‘dîroka muzîka ya cîhanê’ baş bixwîne. Di dewra Şerê Cîhanê yê II. de li Almanyayê li SSCB’yê muzîk çawa dihat bikaranîn? Civak ne heman civak e, rast e. Lê teher çawa bû? Piştî şoreşa Fransayê muzîk çawa hate guhertin, çawa ket destê burjuvaziyê? Berî her tiştî, wekî muzîkjenekî Kurd, ez ne reşbîn im li ser vê mijarê xebat û muzîkjenên me yên nû derdikevîn û hilberînên serbixwe wê hîntir pêşbikeve. 


Di muzîka Kurdî de em bibêjin sк navк delaliyê/a xwe bidin? 

Bi rastî gelek in lê ji bo min herî pêşdetir ez dikarim navê : Ciwan Haco, Mihemed Şexo û Meryemxanê bidim.


Di muzîka cîhanê de zêdetir bala we kîjan şêwaz û kî dikişîne?

Ji ber ku ez rockbêjekî me şewaza muzîka rockê bala min dikşîne. Di nav rockbêjên ên cîhanê de jî zêdetir ‘System Of A Down’ ,’Pink Floyd’ û ‘Jimi Hendrix’ bala min kişandiye.   


Ozan Irmak û “Ji Sorо” 


Albuma Ozan Irmak a yekem “Ji Sorî” ji Kom Muzîkê derçûbû. 

Ev albuma ku ji 11 stranan pêk tê, hemû muzîk eydî wî ne. Ji wan stranan gotinê 9’an eydî wî ye û strana “Pakrewan” ji helbesta Rênas Jiyan e, “Baraneke Bixwîn”  jî eydî Janez Sar e. Derhenêriya muzîka albumê ji alî Gökçe Selim û aranjoriya wê jî ji alî Gökçe Selim û Ozan Irmak hatiye çêkirin. 

Baldariya Ozan Irmak a li ser muzîka rockê ji salên lîsêyê destpê kiriye. Vê baldariyê gav bi gav ew derxistiye ser dikan û di gelek koman de wek elektrogîtarîstekî derketiye ser dikan. Di salên xwe yên zanîngehê de di gelek mîhrîcan û qonseran de jî li gîtarê xistiye û di heman demê de bi salan mamostetiya perwerdehiya gitarê kiriye. Ozan Irmak li ser etnomuzîkolojî, dîroka muzîka rockê û muzîka dinyayê dixebite. Niha li bajarê Mêrdînê li Zanîngeha Artukluyê lisansa xwe ya bilind li ser Ziman û Çanda Kurdî didomîne. 

Taybetiya “Ji Sorî” ya sereke ev e; di gotinan de karanîna Kurdî ya bi formeke edebî û hunerî û digel karanîna neqşên muzîka rockê ya modern. 

Mijar û hêmayên di stranan de hatine bikaranîn navê xwe jî daye albumê. Ozan Irmak, rengê sor ku ji bo Kurdan folklorîk û jiyanî ye weke hêmayekê bi kar aniye û wek wênekeşekî, hemû cureyên vî rengî di stranên xwe de neqişandiyê. Vê sedemê navê albumê kiriye “Ji Sorî”. 


İBRAHİM BULAK