
Rojnameya muzîkê a li bajarê Berlînê “Neue Berliner Musikzeitung” ya ji roja 30.01.1850´an radigihîne, wekî konsertên zanîngeha Petersburgê yên ku di rojên yekşeman tên li darxistin û vîolînselîst Schuberth serkêşiya orkestrayê dike ji ber serfiraziya wan ji aliyê guhdaran ve bi hijmetkarî hatine ecibandin. Ev çendek bûye ku muzîkvanên orkestrayê ku tê de kemankêşê sereke Maurer û çend sazbendên têgihîştî yên ji Awisturya, Elmanya û Împaratoriya Rûsyayê jî amade bûne, li benda piyanîstê navdar Lewy mane ji bona ku ew jî beşdarî orkestrayê bibe. Piyanîst Lewy beriya çendekê ji aliyê Sultanê Osmanî ve hatiye vexwendin ji bo pêşkêşkirina bernameke muzîka bi piyanoyê. Rojname bi mebesta van rêzekonsertan û vegera piyanîst Lewy weha dinivîse:
"Kevintirîn melodiya parastî"
"Piyanîst Lewy beriya demeke kurt ji Stenbolê vegeriya. Ji bo wî ev derfetek rûmetdarî bû ku di seraya Sultan da hunera xwe pêşkêş bike. Sultanê qedirbilind jî ji bilî nîşanên kêfxweşiyê yên aşîkar diyariyek muzîkal pêşkêşî mêvanê xwe kiriye ya ku ji 40 melodiyên tirkî yên resen pêk tê û hatibûn nivîsandin. Lê îhtîmala mezin ew e ku ew bi tevayî ji muzîka Yenîçeriyan bêhtir tiştek nîne, ya ku wê bi têra xwe teqereqê belavî dinyayê bike. Lê belê ji aliyê din ve dema birêz Lewy ji wir vedigeriya, wî li ser riya xwe ji pîrekî Êzîdiyên ku ji Kurdsitanê hatibûn koçberkirin keşfeke rasteqîn a muzîkal bi dest xistiye. Lewy ji pîrê Êzîdiyan melodiya kilameke ku merivan bi awazê xwe yê gelek taybet hestiyar dike, fêr bûye. Ev melodi ji yên Rojhilatê yên din gelekî cuda ye û ji ber dewlemendiya wê dikare baş bê gotin. Diyar e ku ew yek ji kevintirîn melodiyan e ku heta roja me hatiye parastin."
Êzîdî ji Rich heta bi Layard
Sedsala 19´an a keşfkirina ziman, wêje, muzîk, dîrok û etnolojiya Kurdan bi destê zanyar û gerokên ji Rojavayê bû. Her wisa pir çavkaniyên biyanî salixê rewşa muzîka Kurdî li herêmên mayîn ji nîvê sedsala 19´an jî didin ku ew hêjayî lêkolînên berfireh in.
Hîna sala 1836´an, James Rich ê arkeolog û zimanzan çûbû nav Kurdên başûr û bîranînên xwe yên ji wan rojan di pirtûkekê da weşandibû. Ew di vê rêwîtiya xwe de rastî gelek stranbêj û muzîkarên Kurd hatiye û guhdariya wan kiriye. Piştî ku J. Rich salixê taybetiyên Êzîdiyên li Şêxanê wek mirovên dilşad, mêrxas, mêvanhez û dilxweşiya wan a li hember biyaniyan dide, ew guhdariya stranên Kurdî jî dike û dibêje, wekî stranbêjekî Êzîdiyan ê bi nav û deng bi hogiriyeke hostadî a tembûra xwe hin kilamên sereke yên Êzdiyan ji wî re gotine. Stiranek li ser revandina bi zorê a keçeke gelekî delal ji Şengalê bi navê Xezalê ji aliyê Hasan Paşayê bavê Ahmed Paşayê navdar yê ji Bexdayê bûye. Stranbêj piştre jî kilama li ser kuştina bi mixenetî a Hesen Begê mîrê dawîn ê Şêxanê bi destê mîrê dawîn ê Amêdî Zebir Paşa lorandiye.
Layard li Êzîdxanê
Arkeologê navdar Hennry Layard di dema salên lêkolînên xwe yên li herêma Musilê sala 1849´an ji aliyê Şêx Nasir de hatiye vexwendin ku ew beşdarî cejna mezin a Êzîdxanê li Şêx Adî bibe. Dema Layard digihîje herêmê, ew ji nav 'gundên paqij û binîzam û mirovên bi rabûn runiştineke aram û delal' re derbas dibe û digihîje gundê Badrî ya ku baregeha Şêx Nasir û Huseyin Begê bûye. Layard dibêje ku ji Şengalê bigre hetanî sînorên Kurdistanê yên li Kafkasya başûr gelek jin û mêr kon û zonanên xwe terikandine û hatine bona beşdarbûna pîrozbahiyan. Roja destpêka cejnê hemû mirovên bi kincên bedew xemilandî berê xwe dane gora Şêx Adî û muzîkarên herî baş jî bi tembûr û blûrên xwe li wir cihê xwe girtine. Layard dûr û dirêj qala awaz û stranên kurdî jî dike. Di dema êvarê de dora 5000 merivan amade bûne, agir vêxistinê, ji ber bandora bi hezaran îşqên pêtan kanî û çem rengareng biriqîne, parek ji zilam û jinan jî tevî zarokan li ser banê malan runiştine. Hemûyan ji wê demê pê ve guhdariya kilam û miqamên kurdî yên paqij û delal kirine.
Stranên Kurdan û Tassoya Venedîkê
Encamên lêkolîn, bîranîn û şiroveyên Rojavayiyan li ser muzîka Kurdî di gelek ansîklopedî û salnameyên van welatan de jî cih girtin. Salnama wêjeyê ´Jahrbücher der Literatur´ li Viyênayê ya ji sala 1837´an jî weha dinivîse:
"Kurd gelekî dildarê muzîkê ne ya ku pirrcaran melankolîk e. Hin stranên wan bi taybetmendî û delal in, hin jî ji aliyê komên wek koroyê tên stran ku ew bi hevdu vedigerînin. Strana dengbêjan a Ferhad û Şirînê awazê strandina Tasso a ji aliyê kelekvanên li Venedikê tîne bîra merivan.“
Kevneşopiya stranbêjiya kelekvanên bajarê Venedîkêdi di dîroka zanistiya muzîkê da cihekî taybet girtiye û gelekî navdar e.
Bandora stranên Garê
Theodor Kotschy ê Awistiryayî ku zanyarekî botanîkê ê gelek navdar e, ew jî li herêma Amêdî bûye şahidê stranbêj û muzikarên kurdî. Kotschy van bîranînên xwe yên ji dema ku ew tev hogirên xwe yên rêwitiyê ji bo berhevkirina nimûneyên gihayan hildikşe çiyan tîne ziman:
„Ez dê ti car bandora ku stranên li Kurdistanê li Gara a nêzikî Amêdî di sala 1841´ê de li ser min hiştî ji bîr nekim. Piştre, min pênc salan di nav Ereban de li melodiyeke paqij guhdarî nekir, min di nav van çiyayan da du xulamên ku li vir wek stranbêjên baş navdar bûn, peyda kirin. Dema em ji çiyayan dadiketin, wan klamên xwe yên ku bi piranî kurt bûn bi dil û can lorandin. Ev Kurdên ku gelek mirov ji wan ditirsin, dema ku mirov zanibe çewa bi wan re rabe û runê, dibîne ku ew di rastiyê de merivên pir dilpak û mêvanhiz in. Dema muzîkaran li aleta Mola dida, ez gelekî kêfxweş bûm.“
Ahenga Kurdî û melodiyê
Li Ewrûpa zanyariya muzîkê ji berê de gelekî bi pêş de çûye weke notenivîsandin û temperekirina enstrûmanan. Ji ber vê jî dema rojavayiyan li Rohilata Navîn guhdariya muzîk û stranên Kurdan û yên gelên din kirine, wan ev yek bi guhekî paqij û perwerdebûyî pêkaniye ku bi vî awayî ew dikarin baştir ferqa di navbera wan da destnîşan bikin. Wan di muzîk û stranan da bi piranî bala xwe daye paqijî û cidîyeta wan.
Ewrûpiyan derbarê muzîk û stranên kurdî de gelekî pesnê lihevhatina naverok û melodiyê daye ku bê şik kilam çiqas paqij bên gotin, naveroka wan jî bo biyaniyên ku bi zimanê Kurdî nizanin jî ewçend baştir diyar dibe. Her wiha muzîkalîteya zimanê Kurdî jî di vê çarçovê da roleke sereke dileyize. Wek îtalî, îngilizî, Kurdî jî yek ji wan zimanan e ku bi melodiyê re gelekî ahengdar e. Xaleke girîng jî ew e ku Kurdan ligel stranên dilînî û evînî hema hemû qewimandinên dîrokî û civakî bi awayê kilam û destanên epîk gotine. Ev tecrûbe di muzîka Kurdî de ji kûrahiya dîrokê ve bûye kevneşopiyeke gelekî dewlemend.