Endamê Lijneya Komeleya Derdora Munzurê Nurettin Aydin, anî ziman ku komkujiya li Dêrsimê tenê ji komkujiyên şermê yek e û xwest hesap bê pirsîn.
Komeleya Derdora Mûnzûrê, Rojnameya Dêrsimê, Înîsiyatifa Seyît Riza, Komeleya Dêrsimiyên Alibeykoy û Komeleya Pertekiyan, ji bo komkujiya Dêrsimê ya 1938'an şermezar bikin li ber Lîseya Galatasarayê daxuyanî dan çapemeniyê û find pêxistin. Di çalakiyê de bi Dimilî û tirkî pankartên "Canê maê bê goni bê kefen şiyê tariê ra u roştie" vekirin û wêneyê Seyit Riza vekirin. Dîsa wêneyê Sabiha Gokçen hate rakirin. Komê bê navber dirûşmeyên "Dewleta kujer dê hesap bide" û "Dersim 38 komkujiyî" berz kirin. Li ser navê komê endamê Komeleya Derdorê ya Mûnzûrê Nurettin Aydin, anî ziman ku komkujiya Dêrsimê şerma Tirkiyeyê ye û gelek komkujiyên din hene.
Aydin, anî ziman ku li Tirkiyeyê ne tenê Dêrsim, li Zilan, Agîrî, Koçgirî, Mereş, Çorûm, Sêvas û herî dawî li Roboskiyê komkujî pêk hatiye û xwest hemû komkujî ronî bibin û hesap ji wan bê pirsîn. Aydin, xwest êdî kujer bên darizandin û komkujiyên li Tirkiyeyê bi dawî bibin.

STENBOL