Rejîma Îranê pêr girtiyê siyasî yê Kurd, Mensûr Arvend li girtîgeha Miyanduavê bi darve kir. PJAK’ê li hemberî vê darvekirinê daxuyaniyek da. PJAK’ê darvekirina Mensûr Arvend weke siyaseteke dijberî Kurdan bi nav kir û got: “Divê rejîma Îranê baş zanibe bidarvekirina zarokên gelê Kurd hêrs û kîna gelê me zêdetir dibe. Êdî sebra gelê Kurd namîne. Îran bi van kiryaran rûyê xwe yê rastîn nîşan dide. Bi darvekirinan daxwazên rewa û azadîxwaz nayên astengkirin.”

 PJAK’ê her weha bal kişand ser kiryarên Îranê yên şewitandin û wêrankirina xwezaya Kurdistanê jî û got, Îran bi pêşxistina madeyên hişber dixwaze bi exlaq û feraseta civakê bilîze.


‘Îradeya gelê me ji pola ye’

 Di daxuyaniyê de PJAK’ê da xuyakirin ku Îran bi siyasetên xwe yên darvekirinê sûcên xwe hîn girantir dike û daxuyaniyê wiha dewam kir: “Gelê me bi tekoşîn û xebatên xwe teslîmî dijminê xwe nabe. Derketiye holê ku îradeya gelê me ji pola ye û ev di qada tekoşînê de jî îspat kiriye.”

Di dawiya daxuyaniyê de PJAK’ê sersaxî ji malbata şehîdan û malbata Mensûr Arvend û hemû gelê Kurd re xwest. 


 ROJNEWS