Rêzan Cawîd ragihand ku partiya wan, ji aliyê leşkerî ve jî amade ye û xwedî wê hêzê ye bersiva her cure êrîşên Komara Îslamê ya Îranê bide.
Rojnameya Hawlatî ku li Başûrê Kurdistanê derdikeve, li ser rewşa dawî ya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de bi endamê Koordînasyona Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê Rêzan Cawîd re hevpeyvînek kir.
Rêzan Cawîd destnîşan kir, ku li her devera Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xebatên wan hene û got, em ji hemû aliyan ve, lê bi taybetî jî ji hêla leşkerî ve, em ji hemû deman bêhtir amade ne û xwedî wê hêzê ne bersivê bidin her êrîşek muhtemel ya Komara Îslamî ya Îranê. Li ser pirsa ku di navbera PJAK û dewleta Îranê de agirbest heye, lê gelo di rojeva PJAK’ê de nîne dest bi çalakiyên leşkerî bike, Rêzan Cawîd ev got: “Piştî şerê Qendîlê agirbestek dualî hate ragihandin. Ji xwe stratejiya me ya li dijî dewleta Îranê xweparastina rewa ye. Heta Îran êrîşan neke ser gerîla û destketiyên gelê Kurd, emê rêzê li biryara agirbestê bigrin û êrîş nekin. Lê eger êrîş pêk werin, bê goman em ê bersivê bidin.”
Rêzan Cawîd di vê derbarê de her wiha agirbesta bi navbeynkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê û KCK’ê pêkhatî jî bibîrxist û di derbarê çareseriya pirsa Kurd de ev got: “Di dema agirbestê de jî tu hevdîtinên me yên raste rast bi dewleta Îranê re pêknehatine û tu peymanên bi dizî yên me jî nînin. Lê her dema Îran bixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike, em amade ne. Em jixwe her car banga diyalog, aştî û çareseriyê dikin.”
Endamê Koordînasyona PJAK’ê Rêzan Cawîd li ser têkiliya di navbera beşên Kurdistanê de jî got, her guhertinek li beşekî Kurdistanê rû dide, bandorê li beşên din jî dike û got, em ji bo her cure guhertinek li herêmê û Kurdistanê pêk were amade ne. Di derbarê têkiliyên PJAK’ê yên bi partiyên din ên Rojhilatê Kurdistanê re jî Rêzan Cawîd diyarkir ku bi piraniya partiyan re têkiliyên wan ên dostanî hene û em bi berdewamî hewl didin li ser esasê guhertinên navxweyî û cîhanî van têkiliyên xwe berfireh bikin.
SILÊMANÎ