MILÎTAN CÛDÎ / ROJNEWS

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Moînî diyar kir ku erka sereke û pêşîn ya PJAK’ê çareserkirina pirsgirêkên Rojhilatê Kurdistanê ye û got: “Em destûrê nadin tu hêz li pêşiya pêşketinên Rojhilatê Kurdistanê bibin asteng, em ê li dijî bisekinin. Em weke PJAK û KODAR xwe li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê weke hêzeke alternatîf dibînin.”

Îran di krîzeke kur re derbas dibe. Li Rojhilatê Kurdistanê jî ji ber siyaseta cûdaxwaz a rejîmê pirsgirêkên civakî, siyasî, aborî û ewlekariyê heye. Ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan PJAK’ê projeyeke 10 xalan pêşkêşî hêzên Rojhilatê Kurdistanê kir. Hevserokê PJAK´ê Siyamend Moînî li ser armanca wan a ji vê projeyê, rê û rêbaza pêkanîna wê û girîngiya wê ji bo Rojhilatê Kurdistan û Îranê peyivî

PJAK û KODAR destpêkê ji bo demokratîzekirina Îranê projeyeke hevbeş pêşkêş kirin. Herî dawî jî PJAK’ê ji bo çareseriya pirgirikên Rojhilatê Kurdistanê projeyeke ji 10 xalan, pêşkêşî hêz û kesayetên Rojhilatê Kurdistanê kir. Armanca we ya ji van her du projeyan çiye?

Projeyên demdirêj yên PJAK û KODAR’ê ji bo çareseriya pirsgirêkên li Îranê heye. Encax karê pêşîn yê PJAK’ê Rojhilatê Kurdistan e. Berê jî xebatên rêxistinkirinê û xebatên siyasî ji bo Rojhilatê Kurdistanê hebû. Lê bi vê projeya herî dawî ya ji 10 xalan re me xwest yekîtiya aliyên siyasî pêk bînin û bi siyaseteke hevbeş têbikoşin. Ev xalên ku me dest nîşankirine xalên herî guncaw in, ji bo guhertin û veguhertina Îranê. Bi dîtina min divê em weke gelê Kurd amadekariyeke baş bikin, ji bo em di asta Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de bibin aktorekekî sereke yê di guhertinên Îranê de da ku rola xwe bilîze.

PJAK ji bo çareserkirina pirsgirêkên Îranê xwedî proje ye

PJAK dikare ji bo krîz û pirsgirêkên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê çareseriyê biafirîne. Siyaseta neteweperest a Îran û dewleta Tirk a di vê sedsalê de nabe. Ji lewma divê gelên azadîxwaz xwe rêxistin bikin, bi îrade û siyaseta xwe dikarin xwe rêxistin bikin.

Hun zextên civaka navnetewî û Emerîkayê yên li ser Îranê çawa dinirxînin?

Dorpêça siyasî û aborî ya Emerîka daniye li ser Îranê zexteke cidî li ser dewletê çêkiriye. Ev zext jî bandorê li civaka Îranê dike û dibe sedema nerazîbûnên li hember dewletê. Buhabûna nirxê tiştân û daketina nirxê pereyê Îranî li hember dolarê Emerîkî bandoreke mezin li civakê kiriye. Zimanê siyaseta Îranê siyaseta şer e. Dewleta Îranê hê esas mesele nexistiye rojeva xwe.

Emerîka ji vê rewşa Îranê sûd werdigire

Emerika ji vê rewşa niha ya Îranê gelek sûd werdigire û zextên li ser Îranê zêdetir dike. Bi vî awayî hewl dide şer bikişîne nava xaka Îranê. Xwepêşandanên par û îsal nîşaneya vê yekê ne. Ev jî nîşan dide ku gelên Îranê vê siyasetê qebûl nakin.

Divê gelê Rojhilat li hember vê rewşê çawa tevbigere?

Eger Kurd di vê demê de amade nebin, wê ji van pêşketinên rû didin qut bin û paşde bimînin. Em hewl didin li Îran û Rojhilatê Kurdistanê sîstema bihevre jiyankirina gelan esas bigirin. Em weke PJAK ‘ê rê nadin ku tu kes li pêşiya pêşketinên Rojhilatê Kurdistanê bibin asteng, em ê li dijî bisekinin. Hêza şoreşgerî ya Rojhilatê Kurdistanê ku nûnertiya gelê Kurd dike heye. Ev hêza şoreşger li dijî dagirkeran û komlogeran disekine. Çi dibe bila bibe wê civaka Kurd koletiyê ne pejirîne.

Piştgirî û bertekên aliyên Rojhilatê Kurdistan ji bo proje û nexşerêya KODAR û PJAK’ê çawa bû?

Projeya hevbeş a KODAR û PJAK ‘ê ji aliyê gelek aliyan ve erênî hat pêşwazîkirin, lê kes û aliyên li dijî derketin jî hebû. Îtlaata Îranê jî xwestin vê projeyê reş bikin. Em weke PJAK û KODAR xwe hêzekî alternatîf dibînîn. Mesele ne tenê rûxandina sîstemekî û avakirina sîstemeke din a weke wê ye. Ji ber di sala 1978’an de sîstemek rûxiya li dewsa wê komara Îslamî ya bi siyaseta Xûmeynî hate ser desthilatê. Ji lewma mesele ne tenê rûxandina rejîmê ye, ya girîng ewe ku civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê sîstema modernîteya demokratîk ve were birêve birin. Eger civak karî xwe bi xwe birêve bibe wê demê dê sîstemeke dadperwer a civakî çêbibe û pirsgirêkên heyî jî çareser bibe.

Erka ferd di avakirina civakeke demokratîk de çiye?

Em weke PJAK girîngî didin erka ferd di avakirina civakeke demokratîk de. Erka pêşxisitna civakê û bidestxistina azadiyê ne tenê erka partiyeke siyasî ye. Divê rewşenbîr, ciwan û jin pêşengiyê bikin. Dagirker her timî ji şoreşa gelan tirsiyaye.

Di vê rewşê de roleke çawa dikeve ser milê rewşenbîran?

Divê rewşenbîr bi rêya ragihandinê rola xwe bilîzin û di vê derbarê de binivîsin, nebêjin em nikarin. Ji bo perspektîf dayîna civakê pêwîstî bi analîz û şîroveyan heye. Erka me tevane ku em ji bo azadiya civakê têbikoşin.

Kurdistan tenê bi şoreşê rizgar dibe

Di nava guhertinên ku çêbibin de divê em şoreşa xwe pêk bînin. Em tenê bi şoreşê dikarin Kuridstanê azad bikin.  Pêwîste her kes di aliyê xwede kar û xebat ji bo gel û nîştîmaniyê bike. Wek PJAK  em ê hemû hêza xwe bixin, tevgerê ji bo erka xwe ya dîrokî pêk bînin. Em ê ji bo Kurdistaneke azad têbikoşin û bi vê projeyê edaleta civakî pêk bînin.